Namzetên DEM Partiyê bi ciwanan re civiyan

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên Hevşaredariyê yên ÎBB’ê yên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî di çarçoveya bernameya “Rûyên Ciwanan” de hatin ba hev. Beştaş destnîşan ku desthilat ser ciwanan, taybetî jî ser ciwanên kurdan polîtîkayên şerê taybet dide meşandin û anî ziman ku desthilat dixwaze bi vî awayî ciwanan bi hişbirê re pûç bike. 
 
Namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçeveya xebatên hilbijartinê de li gelek bajaran bi derdorên cuda re hatin ba hev. 
 
STENBOL 
 
Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ê Stenbolê (ÎBB) yên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî tev li çalakiya bi navê “Rûyên Ciwanan” a ku bi pêşengtiya Komeleya Avhewayê Civakî û National Democratic İnstitute (NDI) li Otela Poînt a Beşîktaşê hatiye lidarxistin bûn. 
 
Di çalakiyê de ser kêmasiya polîtîkayên şaredariyê yên di dema erdhejê de cihên kombûnê, pirsgirêkên avahiyan û hewînê yên ciwanan û kêmasiya polîtîkayên têkoşîna tundiya ser jinê nîqaş hatin meşandin. 
 
‘TEKOŞÎNA BI ERDHEJÊ RE ESAS E’
 
Mûrat Çepnî têkildarî erdhejê axivî û ev tişt gotin: “Divê were dîtin ku Tirkiye herêmeke erdhejê ye. Têkoşîna bi erdhejê re esas e. Piştî erdhejê têkoşîn bi erdhejê re nayê meşandin. Qadên jiyanê neman. Êm ê pêşî li vê rewşê bigirin.” 
 
POLÎTÎKAYA ŞERÊ TAYBET A DESTHILATÊ
 
Namzeta Hevşaredariyê Meral Daniş Beştaş jî destnîşan kir ku desthilat ser ciwanan polîtîkayên şer dide meşandin û anî ziman ku bingeheke vê yekê jî hişbir e. Beştaş ev tişt gotin: “Li Tirkiyeyê pergala hilberîna hişbirê heye. Li gel vê jî polîtîkayên şerê taybet heye. Taybetî jî ser ciwanên kurd. Desthilat dixwaze ciwanên kurd ji ber van polîtîkayan pûç bike. Êm ê li dijî vê yekê têbikoşin.”  
 
WAN
 
Namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdanên xwe didomînin. Zeydan û şandeya li gel îro serdana taxên Arçak, Çermo, Hespista Jêr û Hespista Jor kirin. 
 
ZEYDAN: EM Ê BI PIŞTGIRYA GEL XIZMETÊN HERî BAŞ BIKIN
 
Namzetê hevşaredariyê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan di serdana taxa Çermo de axivî û wiha got: “Qeyûm şaredarî xesp kirin, ziman, çand û îradeya xwestin têxin bin piyên xwe. Hevşaredarên me xistin girtîgehan. Em ê bi piştgiriya gel, xizmetên herî baş ji bo vî bajarî bikin.” 
 
Ji namzeta hevşaredariya Wanê Neslîhan Şedal jî serdana taxên Xidir, Kom, Zorava, Xavîs, Axcewran ên navçeya Tûşbayê kir. Şedal anî ziman ku ew li benda piştgiriyeke mezin a navçeya Tûşbayê ne û da zanîn ku ew ê bi tevlîbûna gel hemû pirsgirêkên tên jiyîn çareser bikin. 
 
QERS
 
DEM Partî xebatên xwe yên hilbijartinên herêmî li Qersê dan lezandin. Bernamzetên hevşaredariyê li navçeya Dîgorê serdana esnafan kirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlû jî tev li xebatên hilbijartinê bû. 
 
Esnaf û gelê Dîgorê eleqeyeke mezin nîşanî namzetên DEM Partiyê dan. Çîçek Otlû di serdanan de axivî û wiha got: “Em ji bo hilbijartinê mal bi mal bigerin. Bila keseke ku dengê xwe bi kar naîne nemîne. Em ji bo aştî, demokrasî, azadiya jinê û ekolojiyê dengê xwe bidin xwe.”
 
MELETÎ
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Meletiyê xebatên xwe yên hilbijarina herêmî bênavber didomîne. Namzetên hevşaredariya Fethiyeyê yên DEM Partiyê Mûtlû Halici,Îbrahîm Încesû û Hevserokê DEM Partiyê yê Meletiyê Nazim Bayram serdana şêniyên taxa Fethiyeyê ya girêdayî navçeyê kirin. 
 
Girseya wek konvoy çûye taxê, li taxê bi coş hate pêşwazîkirin. Girseya serdanê dike mal bi mal geriyan û pirsgirêkên gel guhdar kir. Namzetan di serdanan de ji bo feraseta şaredariya demokratîk ji gel piştgirî xwestin û gel jî eleqeyeke mezin nîşanî namzet û şandeya pê re dan. 
 
RIHA
 
Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ê Rihayê yên DEM Partiyê Cellattîn Erkmen û Gulşen Ozer û namzetên hevşaredariyê yên Eyubiyeyê Adalet Êriş û Halîl Akbaş û parlamenterê bajêr Ferît Şenyaşar li gundên girêdayî navçeyê xebatên hilbijartinê kirin. Di serdanên ji bo gundên Hiştiran, Mucît, Kirkmagara û Seyfedîn hatin kirin de welatiyan eleqeyeke zêde nîşan dan. Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Rihayê Celalettîn Erkmen ê di civînên bi gel re de axivî, anî ziman ku AKP weke her serdema hilbijartinê de “koliyên alîkariyê” belav dike û mirovan mûhtacî xwe dike û hewl dide wan bixapîne. Erkmen, wiha domand: “Em ê bi gelê xwe re vê polîtîkaya na hilberîne mûhtaç dike, pêş ve nabe xizan dike û vê ferasetê di sindoqê de bihêlin.”
 
WÊRANŞAR 
 
Namzeta hevşaredariyê ya Wêranşarê ya DEM Partiyê Bedriye Yorgûn û rêveberiya navçeyê esnafê senayiya nû ziyaret kirin. Esnafan bi coşeke mezin namzetên DEM Partiyê pêşwazîkirin. Esnafan diyar kir ku weke temamê navçeyê ku AKP bi rê ve dibe di warê xizmetê de kevir nedaniye ser kevir û anîn ziman ku dê di 31’ê Adarê de dewran biguhere. 
 
SERÊKANIYÊ 
 
Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Serêkaniyê Rahşan Yazar û Ûgur Kahraman, ji du baskan xebatên xwe domandin. Ûgûr Kahraman li Taxa 15’ê tîrmehê ya li navenda navçeyê nifûsa wê ya herî zêde ye serdana malan kir. Welatiyan ji şaneşînên malan bi alên DEM Partiyê û îşaretên serkeftinê piştgirî da xebatên Kahraman.
 
Namzeta din Rahşan Yazar a li gelemperiyê navçeyê serdana malên şînê û malan kir, li taxên navenda navçeyê tev li civînan bû, pirsgirêkên jinan ên eleqeyeke zêde nîşanî wê dan guhdar kirin. Yazar a bi jinan re sohbet kir, ji partiya xwe re piştgirî xwest. Yazar, tevî barîna barana zêde xebatên xwe bênavber domandin. 
 
HEWAG 
 
Yek ji navçeya ku li gundên wê xebatên hilbijartinê didomin jî Hewag e. Parlamenter Omer Ocalan, namzetên hevşaredariyê Aygul Kapliyakali, Îsmaîl Yildiz û rêveberên navçeyê tev li xebatên hilbijartinê bûn. Xebat li gundên Qosar, Cewsak û Narsî hatin meşandin. Parlamenter Ocalan ê tevî barîna barana zêde di civînên bi gel re hatin kirin de axivî, anî ziman ku dê bi vê eleqeya zêde di 31’ê Adarê de serbikevin. 
 
SÊWEREG
 
Namzetên hevşaredariyê yên Sêweregê Alî Dûsak û Yildiz Çetîner jî li gundê li herema Qerejdaxê xebatên hilbijartinê meşandin. Partiyiyên li gundên Xatûndere, Ûçûk, Kerteşa Çûk, Kerteşa Mezin, Otilî, Ermelî û Xirbê Hestiya bi welatiyan re hatin bahev, têkildarî pirsgirêkên heyî, pêşniyarên xwe yên çareseriyê pêşkeş kirin. Xebatên ku projeyên têkildarî rêveberiyên herêmî yên DEM Partiyê hatin vegotin tevahî rojê berdewam kir.