Bakirhan: Dê şaredarî bibe mala hevpar a sêrtiyan

SÊRT - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ku li Sêrtê axivî, diyar kir ku dê gelê Sêrtê di 31'ê Adarê de li hemberî qeyûman bersiva pêwîst bide. Bakirhan ku bang li ereban jî kir, got: “Ew şaredarî dê bibe mala hevpar a ereb, tirk û kurdan. Ez bang li gelê me yê ereb dikim ku dengê xwe bidin DEM Partiyê."

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Sêrtê mîtîngek li dar xist. Ji 7 salî heta 70 saliyan bi hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn. Bi hezaran kes Qada Demokrasiyê tije kir û bi alayên xwe yên kes û sor û zer qadê veguherandin harmoniya rengan. Li qadê pankartên "Hevserokatî xeta me ya binefşî ye" û "Em ê teqez bi ser bikevin" hatin vekirin.
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ku li vir axivî, ewilî bi kurdî dest bi axaftinê kir. Bakirhan diyar kir ku girseya li vir mizgîndarê 31'ê Adarê ye û got ku ev girse dê bersiveke baş bide feraseta qeyûman. 
 
Bakirhan di axaftina xwe de diyar kir ku dê tifaqa JÎTEM'ê bi ser nekeve û got: "Em dibêjin ji dêvla şer betaliyê nîqaş bikin, lê ka? Li Tirkiyeyê tu wextî krîz û xizaniyeke ev qasî zêde çênebûbû. Ger pereyê ji bo şer tê xerckirin, ji bo ciwan, jin û xizanan bihata xerckirin, îro rê dê Tirkiye bûbûya welatekî pir pêşketî. Lê ji bo wan hebe tune be redkirina ziman û çanda kurdan e. Înşelleh em ê bi hev re, kurd, ereb û tirk, jin û ciwan vê feraseta şerperest û tundîperest di 31'ê Adarê de di sindoqê de binax bikin. 
 
Bakirhan bal kişand ser polîtîkayên qeyûm jî û got ku qeyûm dizî, nelirêtî û gendelîtî ye. Bakirhan bilêv kir ku roja ku ew şaredariyê bi dest bixin dê Pirtûkxaneya Celadet Alî Berdixan a ku qeyûm ew xera kiribû ava bikin. 
 
Bakirhan ku bang li ereban jî kir, got: “Ew şaredarî dê bibe mala hevpar a ereb, tirk û kurdan. Ez bang li gelê me yê ereb dikim ku dengê xwe bidin DEM Partiyê."
 
Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.