Hatîmogûllari: Fîrewn dê biçin, demokrasî dê were

img
MÊRDÎN - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya li Mîdyadê di hevdîtina bi gel re de axivî, wiha got: “Fîrewn dê biçin, demokrasî dê were.”
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, li navçeya Mîdyad a Mêrdînê tev li hevdîtina bi gel re ya hate lidarxistin bû. Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr, namzetên hevşaredariyê yên Mîdyadê Hîkmet Dûman û Huda Erdem Aslan, parlamenterên DEM Partiyê yên Mêrdînê George Aslan û Berîtan Guneş û gelek kes tev li bûn. Hatîmogûllari û şandeya pê re di ketina navçeyê de bi awayekî girseyî hatin pêşwazîkirin. Pişt re li navenda navçeyê konvoya wesayîtan pêk hat. Di cihên ku konvoy lê derbas bû welatiyan bi tilîlî û îşaretên serkeftinê piştgirî da. Konvoy li ber buroya DEM Partiyê ya li herêma xaçerê bi dawî bû. 
 
‘PIRSGIRÊKA GELAN BI HEV RE NÎNE’
 
Tulay Hatimogûllari ya di hevdîtina bi gel re de axivî, wiha got: “Em li Mîdyada ku bajarekî qedîm e ku ji beriya zayînê ve dîroka xwe bi rûmet, cudahî û dergûşa şaristaniyan hilgirtiye ne. Ji vir silav ji bo kesên di têkoşîna me de bedel dane. Silav ji bo kesên ku ev têkoşîna bi rûmet heta roja îro gihandine, silav ji Apê Mûsa re ku ji aliyê JÎTEM'ê ve hat qetilkirin. Mêrdîn tê wateya xwişk û biratiya gelan. Mêrdîn yek ji bajarê ku kurd, tirk, kurd, ereb, suryanî, êzdî, gelek gel û ol û bawerî dikarin bi hev re bi aştî û biratî bijîn.
 
EM Ê EWILÎ LI ŞAREDARIYAN BEŞÊN JINAN VEKIN 
 
Gelê Midyadê, gelê Mêrdînê yê hêja, ji hilbijartinan re çend roj man. Namzetên me yên hevşaredariyê hêja Huda Erdem Aslan û Hikmet Dûman in. Midyadê teslîmî wan e. Wê di hilbijartinên 31'ê Adarê de weke hevşaredarên Midyadê xizmetên herî baş ji Midyadê re bikin. Wek hûn jî dizanin Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hebû û qeyûm hat tayînkirin. Û namzetên me yên hevşaredarên me Devrîm Demîr û Ahmet Turk jî du navên gelek hêja ne. Em ê di vê serdemê de projeyên xwe yek bi yek pêk bînin. Gelek saziyên jinan hene ku piştî qeyûm hatin girtin. Sîstema hevserokatiyê ji bo me pir girîng e û xeta me ye ku em ê tu carî dest ji berdêla wê bernedin. Em jin bi hevserokên xwe re pêşî dê li şaredariyên xwe beşên jinan ava bikin. Ji vir şûnde em jin xwedî erkên mezin in. Erk dikeve ser milê me ku em dirûşma jin jiyan azadî bilind bikin.
 
Erdogan dibêje ez ê dest ji siyasetê berdim û cara dawî ji we deng xwestiye. Erdogan ji sala 2009’an ve dibêje ‘ez ê dest ji siyasetê berdim û peywîra xwe temam kiriye’ Lê 4 carên din kete hilbijartinê. Ji xwe hindik maye ku ampula AKP’ê biteqe, em ê bi hev re biteqînin. Bila gelên Tirkiyeyê vê bizanin ku Erdogan li dijî makeqanûnê bû namzet. Em ji wî dipirsin. Tû fîrewn î? Tu dixwazî li qesrê peykerê te yê fîrewniyê were danîn. Gelek çêbû ku peykerên fîrewnan şikandine û belav kirine. Fîrewn dê biçin demokrasî dê were.
 
HER DENGÊ JI AKP'Ê RE BÊ DAYÎN JI NIJADPERESTAN RE TÊ DAYÎN 
 
Her dengê ku ji AKP'ê re tê dayîn ji MHP'ê re jî tê dayîn. Ji nijadperest û neteweperestan re tê dayîn. Em ji dil bawer dikin ku Mêrdîna ku bexçeyê gelan e, tu carî destûrê nade vê yekê. Yek dengê me jî nîne em bidin kesên ku gel, ziman û çanda kurdan dijmin dibînin. Dema ez gotina xwe bi dawî dikim, silavên hevalên me yên di girtîgehê de ji we re dişînim. Birêz Gultan Kişanak, şeref û serbilindiya Amedê, niha namzeta me ya Hevşaredara Bajarê Mezin a Enqereyê ye. Min silav û hezkirina wî ji we re anî. Min silav û hezkirina Figen Yuksekdag, Sebahat Tuncel, Leyla Guven, Selahattin Demirtaş ji we re anî. Ez silavên dayikên me yên birûmet ên bi şapikên spî yên ku di Nobeda Edaletê de ne, ji we re dişînim. Di êvara 31’ê Adarê de di hilbijartinên 31’ê Adarê de serkeftina mezin a DEM Partiyê ye.”
 
Piştî axaftinan hevdîtan gel bi dawî bû.