DEM Partî dixwaze li bajarê ol û zimanan serbikeve

MÊRDÎN - Namzetên Hevşaredariyê yên Artûklûyê yên DEM Partiyê Mehmet Alî Amak û Munevver Olker diyar kirin ku ew dixwazin bajarê ku wekî "bajarê ziman û olan" bi nav dikin bi rê ve bibin û armancên xwe yên bingehîn vegotin.
 
Hilbijartina herêmî yên 31'ê Adarê yên li navçeya navendî Artûklû ya Mêrdînê ku bi pêkhateya xwe ya dîrokî, çandî û gerdûnî derdikeve pêş, tê payîn ku dê dijwar derbas bibe. Artûklû, di weziyeta navenda bajêr de ye û yek ji navçeyên wê yên herî mezin ên Mêrdînê ye. Piraniya rûniştvanên wê ereb, kurd û asûrî ne. Nifûsa wê nêzî 200 hezar e û 120 hezar ji wan hilbijêr in. 24 ji wan navend û 64 jî gundî bi giştî 88 taxên wê hene. Nêzîkî 30 gund ên suryaniyan in. Lê belê ji ber polîtîkayên koçberiyê nifûsa suryaniyên li van gundan dijîn gelekî kêm e.
 
Beriya sala 2014’an şaredariya vir bi navê Şaredariya Mêrdînê bû. Bi Qanûna Şaredariya Bajarê Mezin guherî, bû Şaredariya Artûklûyê. Heta roja navborî, rêveberiya şaredariyê her tim di destê partiyên desthilatdar de bû. Di hilbijartinên herêmî yên 2014’an de Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) şaredariyê bi dest xistibû. Lê belê, di sala 2016'an de qeyûm hat tayînkirin. Di hilbijartina 2019'an de AKP'ê şaredariyê bi dest xist. 
 
Şaredariya Artûklûyê hem di serdema qeyûm û hem jî di serdema AKP'ê de bi têkiliyên gendelî û bertîlê derket pêş. Şaredarê AKP'ê Abdulkadîr Tutaşî piştî bûyeran neçar ma îstifa bike. Rêveberiya ku piştî îstifaya Tutaşî hat avakirin jî bi têkiliyên xwe yên bertîlê di rojevê de ma.
 
NAMZETÊN DEM PARTIYÊ
 
Li bajarê ku wekî bajarê ziman û olan tê pênasekirin, tê payîn ku hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê di navbera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û AKP'ê de bên kirin. Lê rêjeya dengên ku dê partiyên din ên siyasî wergirin jî cihê meraqê ye û wer tê gotin ku ev dibe ji dengên AKP'ê bixwin.
 
DEM Partî bi Mehmet Ali Amak û Munevver Olker re amadekariya hilbijartinê dike. Munevver Olker di sala 1975'an de li Qoserê ji dayik bûye. Demeke dirêj e li bajêr di nava xebatên siyasî û têkoşîna jinan de cih digire.
 
Mehmet Alî Amak ê ku di sala 1976'an de li Artûklûyê ji dayik bûye, bi salan e di nava partiyên siyasî yên kurd de di nava xebatên cuda de cih digire. Amak ku bi HADEP'ê dest bi siyasetê kiriye, pêşî bi HDP'ê û niha jî bi DEM'ê re dewam dike. Amak ê li Artûklûyê dikandar e, 2 serdeman endamtiya Meclisa Şaredariya Artûklûyê kir.
 
‘EM Ê BI HEV RE BI RÊ VE BIBIN'
 
Olkerê anî ziman ku navçeya Artûklûyê cihekî pir rengîn û pirzimanî ye û diyar kir ku ew dixwazin bi felsefeya "demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê" bajêr bi rê ve bibin. Olkerê got: "Em bi projeyên xwe yên ji bo kooperatîfên jinan û jinên ciwan dixwazin qadên jiyanê yên jinan ji nû ve biafirînin û qadên ku hemû çand bi hev re bijîn ava bikin. Ev navçe ew cih e ku hemû ziman, ol û çand bi hev re dijîn. Em dixwazin Mêrdînê bi hev re bi rê ve bibin."
 
REWŞA SURYANIYAN
 
Namzetê din ê hevşaredariyê Amak jî bal kişand ser pirsgirêkên suryaniyan û diyar kir ku ji bo vegerandina suryaniyên ku ji ber pirsgirêkên aborî û zextên siyasî neçar mane koç bikin, dê bikevin nava liv û tevgerê. Amak got: "Projeyên me hene ku ew kargehên xwe ji nû ve vekin û li bajarê xwe bijîn. Em dixwazin bi gel û saziyên sivîl re projeyên hevpar çêkin û bi hev re bajêr bi rê ve bibin."
 
Amak anî ziman ku xaleke din a ku ew ê li ser bisekinin jî bajarvaniya bêplan a li bajêr e û got ku bajarvaniya bêplan mirovan ji şêwaza jiyan û çanda wan dûr dixe. Amak got: “Ne sifirkerên me hene, ne noqvanên me hene, ne jî sabûnkerên me... Niha hemû hatine îmhakirin. Têgihiştinek pêşketiye ku ji bilî turîzma çandî cîhên şahiyê tên afirandin. Ev navendên şahiyê yên ku bê lîsans dixebitin ji nedîtî ve tên. Ev rê dide tiryak û fuhûşê." 
 
'EM Ê DAWÎ LI RANTÊ BÎNIN'
 
Amak anî ziman ku desthilat Artûklûyê wekî qadeke rantê dibîne û wiha got: "Li şaredariyê 3 şîrket hatin avakirin û hemû çavkaniyan li wir tên veguhastin. Dema em bên em ê dawî li vê yekê bînin. Em ê bi feraseta şaredarîvaniya şefaf û karibe hesab bide bên. Hemû dahat û lêçûnên şaredariyê wê her meh radestî şaredariyê bên kirin. Em ê li avahiya xwe daleqînin."
 
Amak anî ziman ku ew ê raya giştî bixin nava hemû mekanîzmayên biryargirtinê û wiha got: "Gelê Artûklûyê gelekî xwedî wijdan e. Gelekî xwedî çand e. Banga me ji gelê me re ev e; em bi hev re vî bajarî bilind bikin."
 
MA / Ahmet Kanbal