Dêrsimî: Namzetê AKP’î ji partiya xwe şerm dike

img
DÊRSIM - Namzetê AKP’î Erkan Eroglu bêyî bikaranîna nav û logoya partiya xwe, xebatên hilbijartina herêmî didomîne. 
 
Namzetê AKP’î yê Şaredariya Dêrsimê Erkan Eroglû di bajêr de bêyî nav û logoya partiya xwe xebatên hilbijartinê didomîne. Eroglû di bîlbord û afîşên ku dane amadekirin de navê partiya xwe bikar naîne. Herwiha wekî namzetekî serbixwe xebatên xwe dide meşandin. Hin dêrsimiyan ev rewş weke “Namzetê AKP’î yê ji partiya xwe şerm dike” şîrove kirin.