Buldan li Semsûrê çû serdana esnafan

img
SEMSÛR - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li Semsûrê çû serdana esnaf û kedkarên tûtinê. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan beriya çalakiya bi endamên partiyê re, li navenda Semsûrê çû serdana esnaf û kedkarên tûtinê Buldan û şandeya pê re li Taxa Hasancik a girêdayî navendê bi konvoy û gulan hat pêşwazîkirin. 
 
Buldan û şandeya pê re çû serdana esnafên li ser Cehdeya Golbaşiyê û di nava şandeyê de parlamenterên HDP’ê Dêrsim Dag, Omer Ocalan, Mahmût Togrûl û parlamenterê HDP’ê yê berê Behçet Yildirim û gelek welatî jî hebûn. 
 
Buldan û şandeya pê re yek bi yek çûn serdana hemû esnafan û pirsgirêkên wan guhdar kirin. Esnafekê dikana cil û bergan da zanîn ku ji serê sibehê ve sîfteh nekirine û ji bo ku her tişt baş bibe, divê HDP bibe desthilatdarî. Buldan jî li hemberî vê daxwaza esnafî got; “ew roj nêz e.” Welatiyekê ku li qirtasiyeyê amûrên dibistanê bo zarokên xwe dikirî jî got ku nikare ji bo zarokên xwe tiştan bikire û sedema vê jî desthilatdarî ye. 
 
Di dema serdana esnafan de welatiyan gelek caran dirûşm berz kirin, tililî avêtin û piştgiriya xwe ya bi HDP’ê re nîşan dan. 
 
BISÎNORKIRINA TÛTINÊ
 
Piştî serdana esnafan, şande çû serdana malbateke tûtinfiroş a li Taxa Karapinarê. Malbatê, pirsgirêkên xwe bi şandeyê re parve kir. Malbatê got ku gelê herêmê debara xwe bi tûtinê dike û ji ber bisînorkirina tûtinê, gelek malbatan dest ji hilberandina tûtinê berdaye û berê xwe dayîne sektorên cuda. Kedkaran, da zanîn ku ji bilî tûtinê karekî din ê ku bikarin bikin nîne û xwestin ku desthilatdarî astengiyên li pêşiya wan rake. Buldan jî diyar kir ku wan gelek caran pirsgirêkên tûtinfiroşan li Meclisê anîne ziman û wiha got: “Em li her qadê van pirsgirêkan parve dikin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê çavkaniya we ya debarê bo xwe weke qada rantê dibîne. Esnafê Semsûrê û pêşeroja gel gelek bi xema wan nîne. Ew tenê berjewendiyên xwe difikirin. Em ê piştî hilbijartinan AKP’ê têk bibin û heqê keda kedkaran bidin wan.” 
 
Kedkaran ji bo gotina Buldan a “Em ê AKP’ê têk bibin” wiha bersiv dan: “Dê înşala, hêvî û daxwaza me jî ew e.” 
 
Piştî serdanan, şande ji bo hevdîtina bi gel re çû eywana dawetê.