Sancar: Em hêvî û alternatîf in

img
TEKÎRDAĞ - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, diyar kir ku wê Tifaqa Ked û Azadiyê bikin navnîşana têkoşîna hevpar û ev tişt got: "Tifaqa Ked û Azadiyê dest bi rêwitiya xwe kir. Em hêvî û alternatîf in."
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, tev li 4'emîn Kongreya Asayî ya Bajar a Tekîrdagê ya partiya xwe bû. Bi sedan kes tev li kongreyê bûn û li eywana ku kongre bi coşeke mezin lê pêk hat jî pankartên "Em ê bi ruhê yekitiya demokratîk jiyana nû ava bikin" , "Em xwe ji bo azadiya xwe bi rêxistin dikin" û "Ji tecrîdê re na, ji bo dinyayek jiyanî tev bi hev re" hatin daleqandin. Di kongreyê de ji bo kesên ku di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Mîthat Sancar di kongreyê de axivî û destnîşan kir ku tevî hemû astengiyan li her dera Tirkiyeyê dixebitin û wiha got: "HDP bi we re bi hêz dibe, tîfaqa me û meşa me mezin dibe. Dawiya vê meşê serkeftin e."
 
'TIFAQA ME MEZIN DIBE'
 
Sancar, bi bîr xist ku operasyonên li dijî HDP’ê bê navber didomin û ev tişt got: “Hevalên me mîna dîlên siyasî li girtîgehê tên ragirtin. Di demên nêz de bi operasyonekî mezin gelek hevalên me yên ku li vê derê ked didan û têdikoşiyan hatin girtin. Em li her dera welat hene û wê her tim jî hebin. Em ji bo mezinkirina têkoşîna wekhevî û azadiya gelan li vir in. Ji bo dawî anîna sîstema zext û qirkirinê ya li welat, li vir in. Îro em ji bo mezinkirina têkoşîn û berxwedanê tifaqa xwe mezin dikin. Duh rêya Tifaqa Ked û Azadiyê dest pê kir. Divê ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk pêş bixin û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jî divê demokrasiyê bînin welat."
 
‘TÊKOŞÎNA JINAN, TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YE’
 
Sancar, bi lêv kir ku jin girseya herî mezin a kedkaran pêk tînin û axaftina xwe wiha domand: "Jin mîna hêza erzan a kedê dibînin û tên îstîsmarkirin. Ji xwe di qadên cuda ya jiyanê de jî bi tundî û îstîsmarkirinê re rû bi rû dimînin. Eger jiyanek adil û sîstemek demokratîk bê welat, wê pêşengiya vê jin bikin. Em cardin li vir Denîz Poyraz  û Jîna Emînî ku li Îranê ji aliyê polîsên exlaq ve hat qetilkirin bi bîr tînin. Piştgiriya xwe ji bo berxwedana jinan a li Îranê dişînin. Têkoşîna jinan, têkoşîna azadiyê ye. Desthilat li her qadê polîtîkayên talan, îstîsmar û şer belav dike. Em jî li dijî desthilardariyê têkoşîna azadî û aştiyê mezin dikin. Çareseriya demokratîk  a pirsgirêka kurd nifteya aştiyeke mezin a li vî welatî ye. Aştî bi kedkar, ciwan û jinan re tê avakirin."
 
‘ÇARESERÎ EM IN’
 
Sancar, di dewama axaftinên xwe de bal kişande ser mezinkirina tifaqê û ev tişt anîn ziman; “Em îro li vir bi moral û hêzekî mezin a ku Tifaqa Ked û Azadiyê dayî hatin ba hev. Divê em Tifaqa Ked û Azadiyê li her derê, li bajaran ava û mezin bikin. Mezinkirina vê tifaqê erkê me ye. Em neçar in ku vê tifaqê bigihînin girseyên mezin. Çareserî em in, em ê bi hevre pêşerojê ava bikin. Em ê li vî welatî sîstema ku di nav xwe de azadî, mafê ked, demokrasî, aştî û edaletê dihewîne ava bikin. Ew roj ne dûr in.”
 
Piştî axaftina Sancar raporên malî û xebatan hatin xwendin. Dûre ji bo rêveberiya nû ya bajar hilbijartin pêk hat û ji bo hevserokatiya bajar a HDP'ê Perîhan Gozmen û Cahît Dîrek hatin hilbijartin.