Endamên Meclîsa HDP civiyan: Rêxistinkirina gel şert e

img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar diyar kir ku hilbijartin bi bazariyan nayê kirin û got: "Têkoşîna civakî û rêxistinbûyîna gel a berfireh esas e."

Endamên Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serokatiya Hevserokên Giştî Pervîn Buldan û Mîthat Sancar civiyan. Hevserok Sancar axaftina vekirinê ya civîna li otelek Enqereyê tê lidarxistin kir.
 
Sancar diyar kir ku wan di çarçoveya kampanyaya "EM HDP ne li her derê ne" de heyamek dijwar, westiyayî lê pir hilberîner û bi coş derbas kirin û wiha got: "Ez dixwazim spasiya her kesê ku di serî de xebatkarên partiyê, rêvebir û endamên Meclîsa Partiyê û her kesî dikim. Partiya me û gelê me van hewldan û kedan bêberdêl nahêle. Eleqe û coşa ku nîşanî me hat dayîn carek din me dît ku em di rêça rast de ne. Em kesên ku beşdarî vê kampanyayê bûne pîroz dikin û careke din heyecana ku me ji ber vê kampanyayê wergirt bi bîr tînin û hestên xwe yên spasdarî û teqdîrkirinê ji wan re radigihînim.” 
 
HDP EW PARTÎ YE KU XWE BI RÊXISTIN DIKE 
 
Sancar diyar kir ku ew di kampanyayên xwe de nêrînên gel û rêxistinên sivîl ên li meydanan girtine û wiha got: “HDP partiyeke ku ji binî ve tê birêxistinkirin e. Em biryarên xwe di salonên girtî de nadin. Em wê bi çêkirina civîn û şêwran li kolan û meydanan distînin. Gumanên me ku em ê çi bikin nîn in. Armanca me ew e ku em ji bo gelên li Tirkiyeyê aştiyeke mayînde û şert û mercên jiyana wekhev a hevpar ava bikin. Me destnîşan kir ku em ê çawa li ser riya sereke ya ku me di van şêwran de diyar kir bimeşin û em ê li gorî kîjan rêbazan tevbigerin. Me fikr, pêşniyaz û rexneyên girîng wergirtine. Em ê van pêşniyaz û fikran nîqaş bikin û bi we re biryar bidin. Meclîsa Partiya me xwedî rol û ristek taybet e.” 
 
ÇARESERIYEK NÛ 
 
Sancar destnîşan kir ku îqtidar têk çûye û got: “Pergal ji holê radibe. Desthilatdarî belav dibe, pergal têk diçe. Em berpirsiyar in ku rêyek li dijî vê hilweşînê biafirînin. HDP vîna hevpar a gelan e û wekî dengê bindestan û yên din, divê vê berpirsiyariyê bigire ser xwe. Divê ku em ji perçebûna desthilatdariyê re bibin alternatîf û ji perçebûna civakî re jî bibin çareseriyek nû. Em baş dizanin ku em tenê bi bendewariyê nikarin pirsgirêkan çareser bikin. Pirsgirêk bi serê xwe naçin. Ev naîfbûn e. Ew helwestek apolîtîk e. A girîng ew e ku em pêşengiya civakek ji nûjentir bikin. Em wek HDP’ê ku siyasetê bi civakê re bi rê ve bibe ji xwe re kiriye armanc û sedema hebûna û em neçar in pêşengiya van xebatan bikin. Em nîqaşa pirsgirêkan li ser hesabên hilbijartinê tê kirin wek kêmasiyekî dibînin.” 
 
‘RÊXISTINKIRINA GEL ESAS E’ 
 
Sancar di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Têkoşîna civakî û rêxistinbûyîna gel a berfireh esas e. Hilbijartin divê li ser danûstandinan be, ne li ser hesab û bazaran be. Mebesta me ji danûstandinan ew e ku em bi hemû beşên civakê re werin cem hev. Em dixwazin bi her beşên civakê re peywendiyan çêbikin. Em red dikin ku siyaseta demokratîk li ser bazariyan were avakirin. Muzakere ji bo destpêkek nû şertek girîng e. Em dixwazin li her qadê muzakere bikin û di her mijarê de peywndiya civakî û aliyên civakî bînin ba hev û destê wan bidin destê hev. Di vê serdemê de, yek ji rêbazên meya bingehîn ev e ku em vê rêbaza ku dê soza siyaseta demokratîk bide, bi serfirazî bimeşînin û xebatek ku vê rêbazê ronî bike pêk bînin. Ji hêla din ve em dibînin ku di nîqaşan de hin dubendî ya rast cihêkarî derketine holê. Lêgerîna ku pergalê bi hin mkayajan, bi hin ambaljan nûjen bike heye.”