Hevseroka PYD'ê Hiso: Ev xiyanet e

img

NAVENDA  NÛÇEYAN - Hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso, bi tundî rexne li PDK'ê kir ku berpirsiyarê kuştina 7 endamên HPG'ê ye û got: "Em polîtîkayên PDK'ê weke 'şerê navxweyî' nabînin, ev rewş êdî di asta 'xiyanetê' de ye." 

 
Operasyona Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) ya di 23'yê Nîsanê de li Herêma Federe ya Kurdistanê hatin destpêkirin, êrişên hewayî yên li dijî Şengal û Mexkûrê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dewam dikin. Hêzên Parastina Gel (HPG), di 4'ê Îlonê de daxuyaniyek da bû û gotibû: "Komele ji 7 endamên me pêk tê, nêzî herêma Xelîfan dema ku xwestin Çemê Zapê derbas bikin, rastî êrişa hêzên PDK'ê hatin û jiyana xwe ji dest dan.
 
Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ayşe Hiso, rexneyên tund li PDK kir û ev bertek nîşan da: "Hikumeta Iraqê û PDK hevkariya êriş û operasyonên Tirkiyê yên li dijî herêmê dikin û bi hev re tevdigerin. Hevseroka PYD'ê Ayş Hiso ya ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re axivî, diyar kir ku PDK di nava "xiyanetê" de ye.
 
Ayşe Hiso, PDK weke berpirsê êrişa li dijî 7 endamê HPG'ê dît û wiha axivî: "Ev êriş ne nû ne. Dîroka PDK’ê xwe ji nû ve dûbare dike û dewleta Tirk jî di vê merheleyê de qirkirina Kurd û tunekirina wê xistiye armanca xwe. Ji ber ku dagirkirina wê ya li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û piştevaniya wê ji çeteyên DAIŞ’ê re di êrişa li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê de planên wê piştrast dikin."
 
'PDK BI TIRKIYÊ RE HEVKARIYÊ DIKE'
 
Hiso, da zanîn ku diviyabû ku PDK’ê piştevaniya hêzên gerîla di parastina Başûrê Kurdistanê de bikira û wiha got: "Gerîla xaka Kurdistanê parast û diparêze û Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir ku li ser Hewlêrê xeter bû. Têkildarî van bûyeran, di mejiyê kurdan de hin pirs digerin ku gelo PDK’ê di planên dewleta Tirk ên qirkirina kurdan de beşdar e yan jî di destê dewleta Tirk de alaveke ku berjewendiyên wê pêk bîne?"
 
'DIVÊ PDK DAXUYANIYEKÊ BIDE'
 
Li ser helwesta kurdên Rojava Ayşe Hiso ev nirxandin kir: "Kurdên Rojavayê Kurdistanê texmîn dikir ku PDK’ê helwesteke tund li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê nîşan bide û bi hemû hêza xwe ji bo doza Kurd tê bikoşe. Lê di dawiyê de hêzên PDK’ê siyasetmedar û diplomatên Kurd revandin, êrişî nuqte û gerîlayên HPG’ê kir. Bi wê re eşkere dibe ku bi dagirkeriyê re hevkar e û li ser rêça xiyanetê berdewam e."
 
Hevseroka PYD’ê Ayşe Hiso da zanîn ku kurdên Rojava bi hemû hêza xwe hewl didin hevkariya PDK’ê bi dagirkeriya Tirk re eşkere bikin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em nabin aliyê ku xizmetî tu hêz an jî partiyan bikin, lê em ê li her tim li aliyê rastiyê bin û ji her kesî re eşkere bikin. Divê tevahî gelê Kurdistanê li dijî êrişên dagirkeriyê piştgiriya gerîlayên HPG’ê bikin û xwedî helwesteke tund a li dijî siyasetên PDK’ê bin."