Komkujiya li Îzmîrê hat xwestin, li Konyayê pêk hat’

img

SEMSÛR - Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû diyar kir ku nijadperestî û cihêkarî li Tirkiyê belav dibe û komkujiya ku hat xwestin li Îzmîrê pêk were li Konyayê pêk hat. 

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Golbaşi ya Semsûrê Kongreya Asayî ya 1’emîn li dar xist. Kongre li Eywana Konferansê ya Şaredariyê pêk hat û Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû û rêveberên HDP’ê beşdar bûn. 
  
'CIHÊKARÎ BELAV DIBE’ 
 
Parlamenter Omer Farûk Gergerlîoglû di kongreyê de axivî û got li Tirkiyê tê xwestin kêşeyên etnîk bi operasyonên “Tirkbûnê” were çareserkirin. Gergerlîoglû destnîşan kir ku li Tirkiyê cihêkarî û nijadperestî her roja ku diçe belav dibe û got: “Vê ferasetê li Îzmîrê hevrêya me Denîz Poyraz qetil kir. Komkujiya ku wê rojê li Îzmîrê pêk nehat, li Konyayê pêk hat. Me vê li Konyayê, Afyonê û Îzmîrê dît. Dixwazin van êrişan di bin navê ‘xisûmet-xwînî’ de rave bikin. Heke di zemînê de nijaperestî hebe, di bûyerek ji rêzê de jî êrişên nijadperest derdikevin holê. Em li dijî her cûrre cihêkariyê ne. Lê em ê li dijî her cûre cihêkariyê û neheqiyê heta dawiyê li ber xwe bidin.” 
   
Piştî axaftinan di hilbijartina hat lidarxistin de Ayşe Eksîn û Ruhî Ozturk ji bo hevserokatiya Golbaşiyê hatin bijartin.