Temellî: Berpirsiyarê komkujiyê desthilatdariye

img
COLEMÊRG - Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî di kongreya Şemzînanê ya partiya xwe de axivî û bertek nîşanî gotina “dijminatiya di navbera du malbatan de” ya Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû da. Temellî, diyar kir ku berpirsiyarê vê komkujiyê desthilatdariya siyasiye.
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Şemzînan a Colemêrgê 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî lidar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî, Wekîlê Colemêrgê Saît Dede, endamên Meclîsa Partiyê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û hevşaredarên ji peywirê hatin girtin û qeyûm tayînî cihê wan hatin kirin, tevlî kongreyê bûn. Bi salona kongrê pankarên “Denîz Poyraz bê mirine” û “Em li dijî înfazê, îstîmarê û qeyûm hene” 
 
BERTEK NÎŞANÎ KOMKUJIYÊ DA 
 
Hevserokê HDP’ê yê Colemêrgê Lokman Ozdemîr, di kongreyê de axivî û bertek nîşanî komkujiya li Konyayê da. 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede jî, diyar kir ku ger yekitiya wan hebûya li Konyayê, Îzmîrê, Ewropa û Robarokê komkujiyên wiha pêk nedihatin Dede, da zanîn ku ev komkujiyên wiha bi planên desthilatdariyê pêk tên û wiha got: “Divê em li dijî her cure komkujiyan, li dora HDP’ê bibin yek. Divê em tecrîd bişkînin û Birêz Ocalan azad bikin.” 
 
‘BERPIRSIYARÎ DESTHILATDARIYE’
 
Piştre Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Sezaî Temellî axivî û wiha got: “Berî ku êşa Denîz Poyraz bi dawî bibe, komkujiyek nû rû da. Berpirsiyarê vê komkujiyê, Wêzîrê Karên Hûndir Sulyeman soylû ye. Derdikeve televîzyonê û dibêje ‘dijminatiya di navbera du malbatan de ye.’ Berpirsiyarê vê komkujiyê desthilatdariya siyasiye, tifaqa AKP û MHP’ê ye.”
 
Piştî axaftinan, Îbrahîm Opengîn û Medya Sagan ji bo Hevserokatiya Rêxistina HDP’ê ya Şemzînanê hatin hilbijartin.