Sancar: Hêza me ya ku hevsengiyên siyasî diyar bike heye

img
BEDLÎS - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar ku bi Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz re bi nûnerên rêxistinên sivîl en Tetwanê re hat gelhev, got ku rexmî hemû berpêbûniyên li dijî wan jî hêza wan a hevsengiyên siyasî diyar bike heye. Sancar, diyar kir ku wê nexşeya xwe ya serdama nû jî di meha îlonê de aşkera bikin. 
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, di çarçoveya "Kampanya Parastinê" ya li dijî êrîşên hiqûqî û fizîkî yên li ser HDP'ê tên meşandin de piştî bernameyên xwe yên li Agiriyê derbasî Bedlîsê bûn. Sancar û Aydenîz, di çarçoveya kampanya ku bi dûrişmeya "Em HDP ne li her derê ne" tê meşandin de li oteleke navçeya Tetwanê bi nûnerên rêxistinên sivîl ên bajar re hatin gelhev. 
 
AYDENİZ: WÊ ZEXT Û ZILM NEGIHÎJE ARMANCA XWE 
 
Li vir destpêkê Hevseroka DBP'ê Aydenîz axivî û diyar kir ku di bingeha mijarên rojeva wan de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heye û wiha got: "Ji bo ku ev tecrîd rabe û azadî bê li girtîgehên Tirkiyeyê 245 roj in girtî di greva birçîbûnê de ne. Ji bo greva birçîbûnê em dikarin çi bikin? Em çawa dikarin ji daxwazên girtiyan re bibin bersiv? Dîsa li dijî destkeftiyên gelê kurd êriş pêk tên. Em dikarin li dijî vê çi bikin, em vê nîqaş dikin. Divê bê zanîn ku zext û zilm tu carî negihîştine armanca xwe."
 
SANCAR: PERGALA HEYÎ ZILMÊ HILDIBERÎNE
 
Piştî Aydenîz Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sancar jî axivî û bal kişand ser zextên ku li dijî partiya wan tên meşandin. Sancar, diyar kir ku desthilata AKP'ê bi polîtîkayên êrişê li ser desthilatê dimîne û wiha got: "Pergala heyî ya li welat zilmê hildiberîne. Ji ber vê em li bersiva pirsên "Em dikarin çawa vê desthilatê biguherînin?" digerin. Em ê rêya xwe bi gel re diyar bikin. Em ê rêya xwe bi hêzên demokrasiyê re diyar bikin. He roj li dijî partiya me operasyoên girtinê pêk tên. Difkirin ku wê têkoşînê bi dawî bikin. Lê ev ne pêkan e. Em têkoşîna xwe didomînin û di vê de jî bi biryar in. Hêza me ya ku em li piya bimînin, mezin bibe û bimeşe heye. Hêza me ya ku hevsegiya siyasî diyar bike heye. Em vê hêza xwe ji gelê xwe digirin." 
 
'EM Ê DI ÎLONÊ DE BELGENAMEYA XWE AŞKERA BIKIN'
 
Di berdewamê de Sancar, destnîşan kir ku hatine asteke xeternak û wiha got: "Di vê asta xeternak de em ê tişta pêwîst a ku bikin ji we bipirsin. Em ê bi we re nîqaşan bikin û piştre nêrînên ku ji we girtine binirxînin. Wisa texmîn dikin ku di meha îlonê de ji hemû Tirkiyeyê re belganemya helwesta xwe aşkera bikin. Yanî em ê bersiva pirsên ku "wê HDP'ê ji niha şûn ve çi bike?" bi vê belgeyê ava bikin. Berî ku em vê bikin em dixwazin bi gelê xwe re xebata pêşek a vê bikin."
 
Piştî axaftinan Sancar û Aydenîz nûnerên rêxistinên sivîl guhdar kirin û piştre jî ji bo serdana esnafan derbasî navçeya Norşînê bûn.