Pirsa kembûna derziyê ya li bajarên kurdan "Qebe û bi êş" hat hesibandin

img
MÊRDÎN - Pêşnûmepirsa ku Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, bi daxwaza ku Wezîrê Tenduristiyê bibersivîne dabû meclisê, "Qebe û bi êş" hat hesibandin û careke din lê hat vegerandin.  
 
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, kêmbûna derziya vîrûsa koronayê ya li bajarên kurdan bi pêşnûmepirsekê biribû rojeva meclisê û daxwaz kiribû ku Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca têkildarî mijarê daxuyanî bide. Ji ber pirsa "Li bajarên kurdan kêmbûna derziyê tercîheke siyasî ya bizanebîbûn e?" Serokatiya Meclisê pêşnûmepirsa Gunay, "Qebe û bi êş" hesibandin û lê vegerand. Serokatiya Meclisê, diyar kir ku bi şertê ev pirs ji pêşnûmepirsê bê derxistin dê pêşnûmepirsê qebûl bike.  
 
Di 18'ê hezîranê de derziya sînovac a bi seriya “B18880035A” ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve li Mêrdînê hatibû berhevkirin. Piştî ku ev mijar ketibû çapameniyê Gunay, bi daxwaza ku Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca bibersivîne pêşnûmepirsek dabû Serokatiya Meclisê û ev pirs ji Koca kiribûn:
 
“* Çima seriya derziya B18880035A ya Sinovacê di 18'ê hezîranê de li Merdînê hat berhevkirin? 
 
* Seriya derziya B18880035A ya Sinovacê ji bilî Mêrdînê ji kîjan bajaran re hatiye şandin? 
 
* Seriya derziya B18880035A ya Sinovacê li çend kesan hatiye xistin? Hûn berpirsyariya encameke muhtemel a neyînî digirin ser xwe? 
 
* Weke Wezaret çima têkildarî mijarê rayagiştî nehatiye ronîkirin û daxuyanî nehatiye dayîn? 
 
* Sedema kêmbûna rêjeya derziyê çî ye? Sedema kêmbûna derziyê ya li bajarên kurdan tersiyeke siyasî ya bizanebûn e? 
 
* Ji bo xizmeta tenduristiyê bi zimanê zikmakî bê dayîn hûn xebatên pêwîst bikin?"