Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 12:50 24 Kanûn 2025
  • |
img
ŞIRNEX - Li Şirnexê, di serdegirtinên malan de ku bi hinceta "propagandaya rêxistinê" hatin kirin, 3 ciwan hatin binçavkirin.
 
Li navenda Şirnexê danê sibehê, bi ser malan de hat girtin. Di serdegirtinan de ku bi hinceta "propagandaya rêxistinê" hatin kirin, Î.K., A.T. û S.T. hatin lêdan û binçavkirin. Di lêgerîna mala Î.K. de, cilên gelêrî yên Kurdî, şal û şapik ku li Şirnexê bi gelemperî tê lixwekirin, hatin desteserkirin. Ala Herêma Kurdistana Federe jî wekî delîleke sûc li heman malê hat desteserkirin. Ciwanên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.
 
Tê texmînkirin ku hejmara binçavkirinên li bajêr zêde bibe û hat hînkirin ku li ser dosyeya dozê ji bo 24 saetan biryara sînordarkirinêhatiye dayîn.