AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da

  • rojane
  • 12:27 24 Kanûn 2025
  • |
img
ENQERE- AYM'ê, ji bo tomarkirina hevdîtinên parêzer-muwekîl ên girtiyên siyasî ku 17 mehan derbas kiriye, biryara binpêkirina mafan da. 
 
Dadgeha Destura Bingehîn (AYM) destnîşan kir ku biryara tomarkirina hevdîtinên bi parêzeran ên 36 girtiyan ên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tokatê, desteserkirina belgeyên wan û di dema hevdîtinê de peywirdarkirina peywirdaran, "binpêkirina mafê rêzgirtina li jiyana taybet e" û biryara tazmînatê da. 
 
Di 12'ê Nîsana 2019'an de Serdozgeriya Komarê ya Tokatê, daxwaza kiribû ku heya 3 mehan hevdîtina parêzer û muwekîlan bê qeydkirin, belge û nivîsên wan bên desteserkirin û di dema hevdîtinan de peywirdarek bê peywirdarkirin. Dadgeriya Înfazê jî li gor vê biryar dabû. 
 
Piştî ku ev biryara ji bo 3 mehan hatibû dayîn geek caran hat dirêjkirin, ji girtiyan Onder Al û Zekî Temel di 22'yê Îlona 2020'î de îtiraz kiribûn. Lê itiraza wan hatibû redkirin.
 
Piştî vê serî li AYM'ê hatibû dayîn. AYM'ê jî ji bo tomarkirina hevdîtinên parêzer-muwekîl ên girtiyên siyasî ku 17 mehan derbas kiriye, biryara binpêkirina mafan da. AYM'ê destnîşan kir ku ya hatiye kirin "binpêkirina mafê rêzgirtina li jiyana taybet e" û biryara da ji bo Onder Al û Zekî Temel 30 hezar TL tazminat bê dayîn.