Li Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin

  • rojane
  • 16:27 23 Kanûn 2025
  • |
img
EDENE – Meclisa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê, li navçeya Seyhanê komele vekirin. 
 
Li navçeya Seyhan a Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin.Di merasîma vekirinê de rêveberên bajêr û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek Dayikên Aştiyê amade bûn. Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê Suphiye Bayarê, beriya vekirinê axivî û hêviya xwe anî ziman ku komeleya nû hatiye damezrandin dê beşdarî aştiyê bibe. Suphiye Bayarê destnîşan kir ku ew dixwazin komele biratiya di navbera Tirk û Kurdan de xurt bike û diyar kir ku ew naxwazin ku tu tabût bikevin tu malan. Suphiye Bayarê anî ziman ku ew windakirina jiyana ciwanên Kurd an jî leşker û polîsan qebûl nakin û hêvî kir ku xebata komîsyonê lezê bigire û girtiyên siyasî serbest werin berdan.
 
Piştî axaftinê, dayikan bi çepik û tilîliyan şîrîta vekirinê birîn.