ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2025'AN

  • rojane
  • 09:00 23 Kanûn 2025
  • |
img
* Tenduristkaran bal kişand ser bazarkirina pergala tenduristiyê ya heyî û îşaret bi modela komunî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin û gotin: "Di demeke wiha de ku tiba kapîtalîst laşên me kontrol dike, komun wekî barîkatekê ye ku vê kontrolê bişikîne."
 
* Şanoya Gimgimê bi lîstika xwe ya "Civîna Dêûbavan" mijara asîmîlasyonê li dibistanan anî ser dikê.
 
* Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaşê diyar kir ku misogerkirina azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan mijareke girîng e ku dê rasterast bandorê li pêvajoyê bike û banga beşdarbûneke xurt ji bo mîtînga "Hêvî û Azadi"yê kir ku bi vê armancê dê li Amedê were lidarxistin.
 
* Hevşaredarek Şaredariya Qamîşloyê Suryanî û yek jî Kurd e. Hemû biryar li gorî komun û meclisan tên girtin. Her çend kapasîteya binesazî û avahîsaziyê ji bo pêkanîna pêdiviyên nifûsê têrê nake jî, avahiyeke rêxistinkirî heye ku birînên xwe derman kiriye û tevî ambargoya giran jî li ser pêyan e. 
 
* Dermankirina rojnemavena Huseyîn Aykol didome.
 
* Şandeya DEM Partî ya Îmraliyê, dê Hevdîtinê bi Wezîrê Dadê Yilmaz T»nç û Serokê Meclisê Numan Kûrtûlmûş re bike. (10.30-12.30) ZINDÎ