Semra Guzel: Dê têkoşîna min bidome

  • rojane
  • 21:22 3 Mijdar 2025
  • |
KOCAELÎ -  Parlamentera berê ya HDP'ê ya Amedê Semra Guzel ku ji Girtîgeha Jinan a Kandirayê hat berdan, destnîşan kir ku têkoşîna jinan her tim serketî bûye û got: "Jin her tim têkoşer û xebatkarên pêvajoyê bûne. Ev têkoşîn dê di wê astê de bidome."
 
Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, Semra Guzel ku di çarçoveya dozeke di sala 2017’an de li dijî wê hatibû vekirin, parêzbendiya wê hatibû rakirin û di 3’yê Îlona 2022’yan de hatibû girtin, di danişîna dawî ya îro de bi şertê kontrola edlî hat berdan. Semra Guzel ku ji Girtîgeha Jinan a Kandirayê hat berdan, ji aliyê hevalên xwe, Tevgera Jinên Azad (TJA), aktivîsta TJA Sebahat Tuncel, Komeleya Alîkarî û Hevgirtina Malbatên Girtiyan û Hukumxaran a Marmarayê (MATUHAY-DER), Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Pasrti) û rêxistina bajarê Stenbolê ya DEM Partiyê û gelek welatiyan ve bi kulîlk û dirûşmeyan hat pêşwazîkirin.
 
Semra Guzel, piştî serbestberdanê li ber Girtîgeha Jinan a Kandirayê axivî û tekez kir ku her çend wê azadiya fizîkî bi dest xistibe jî dema ku girtiyên siyasî hîn jî di girtîgehê de bin, axaftina wê zahmet e.  Semra Guzelê got: "Heta ku hevalên me azad nebin, em nikarin xwe azad bibînin. Em nikarin wê hestê biceribînin."
 
Sermra Guzelê diyar kir ku ew bawer dikin ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêvajoyek erênî bûye û got: "Hemû hevalên min li pişt pêvajoyê ne û ew her gav vê yekê dibêjin. Em bawer dikin ku bi vê pêvajoyê re girtîgeh dê werin valakirin. Di civakê de jî bendewariyek wisa heye. Valakirina girtîgehan beşek girîng a pêvajoyê ye. Em ê ji bo vê yekê têbikoşin. Ez ê li derve têkoşînê bidomînim. Ev têkoşîn dê ji bo me hemûyan berdewam bike heta ku hemû hevalên min azad bibin."
 
Semra Guzelê axaftina xwe wiha domand: "Ji bo me jinan, têkoşîna azadiyê berdewam dike. Me azadiya fîzîkî bi dest xistiye, lê em nikarin xwe azad hîs bikin, her çend em li derve bin jî. Armancek me heye: têkoşîna ji bo azadiyê û ez bawer dikim ku ew ê bi ser bikeve. Têkoşînên jinan her gav serketî bûye. Jin her gav  xebatkarên pêvajoyê bûne. Di wê astê de, ev têkoşîn dê berdewam bike."