Walîtiyê nehişt gel biçe serdana şînê, polîsan êriş kir

  • rojane
  • 16:45 3 Mijdar 2025
  • |
img

ŞIRNEX - Li ser fermana Waliyê Şirnexê Bîrol Ekîcî, destûr nehat dayin girse biçe serdana şîna gerîlaya YJA Starê Bêrîvan Katarê. Polîsan jî girse dorpêç kir û êriş kir. 

 
Endama YJA Starê Bêrîvan Katar (Rêvan Aslan), di 20’ê Adara 2025’an de li qada Zapê ya Herêma Federe ya Kurdistanê di êrişekê de jiyana xwe ji dest da. Ji bo Bêrîvan Katarê, li Mala Şînê ya Mehmet Emîn Acar a li Taxa Nû ya bajêr, şîn hate danîn. Şîn, bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê û bi tevlibûna gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û wlatiyan ve hate ziyaretkirin. Girseya ku li cihekî nêzî mala şînê kom bû, xwest ber bi cihê şînê ve bimeşe. Polîsan, bi îdiaya “serdana girseyî qedexe ye” hewl da girseyê asteng bike. Polîsên ku 50 metreyan nêzî cihê şînê bûn, wesayîtên binçavkirinê kişandin pêşiya mala şînê û gefa binçavkirinê li girseyê xwar. 
 
Polîsan, got ku girse dikare ji komên 5 kesan pêk tê derbasî cihê şînê bibe. Girseyê jî bertek nîşan da û dest bi çalakiya rûniştinê kir. Di hevdîtina bi Waliyê Şirnexê Bîrol Ekîcî de bersiveke erênî nehat dayin û walî gefa girtina mala şînê xwar. 
 
Girseyê, ev astengkirin weke provokasyoneke li dijî pêvajoyê nirxand û bertek nîşan da. Hat zanîn ku Wezareta Karên Hundir destûr da lê walîtiyê tevî vê jî bi keyfî asteng kir. Hat zanîn ku walîtiyê ji wezaretê re gotiye “girseyeke ku nikare were kontrolkirin” û tevî pankart nebûn jî agahiya “pankart hilgirtine” parve kiriye. 
 
Girseyê, dirûşma “Şehîd namirin” berz kir û hewl da berîqetê derbas bike. Polîsan jî êrişî girseyê kir. Di encama êrişê de dayik jî di nav de gelek kes hatin derbkirin. Komeke ku berîqet derbas kirî jî bi dirûşma “Şehîd namirin” û tililiyan meşiyan cihê şînê. Di encama êrişa polîsan de Sadik Kulter bi lêdanê hate binçavkirin.