Ji bo rojnameger Ruvanas biryara neşopandinê hat dayin

  • rojane
  • 15:36 3 Mijdar 2025
  • |
img
ŞIRNEX - Di lêpirsîna der heqê rojnameger Dilgeş Ruvanas de ku ji ber rexneya têkildarî qirkirina daristanan li Şirnexê hatibû vekirin, biryara neşopandinê hat dayin. 
 
Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dilgeş Ruvanas, têkildarî qirkirina daran a li Şirnexê ku bi destê cerdevanan û di bin çavdêriya leşkeran de tê kirin, amirên îdarî rexne kiribû. Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê, der heqê Ruvanas ku nûçeyên têkildarî birîna daran de bi zimanekî rexneyî parve kiribû, bi îdiaya “gel ji bo kîn û dijminatiyê sor dike” lêpirsîn dabû destpêkirin. 
 
Serdozgeriyê, lêpirsîna xwe temam kir û bi sedema ku hêmayên sûc çênebûne, biryara neşopandinê da.