Der heqê çawişê pispor ê milê zarokê 10 salî şikandî de doz hat vekirin

  • rojane
  • 15:33 3 Mijdar 2025
  • |
img
COLEMÊRG - Der heqê çawişê pispor ê li Colemêrgê milê zarokê 10 salî E.T. şikandibû de ji ber sûcê “birîndarkirina biqesdî” îdianame hate amadekirin. 
 
Zarokê bi navê E.T., di 13’ê Tebaxê de dema li Colemêrgê duçerxa xwe diajot, bi hinceta ku li hevjîna wî xistiye, rastî tundiya çawişekî pispor hat û milê wî hate şikandin. Der heqê çawişê pispor de bi sedema “birîndarkirina biqesdî” îdianame hate amadekirin. Îdianame, ji hêla Dozgeriya Komarê ya Colemêrgê ve hate amadekirin û ji hêla 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Colemêrgê ve jî hate qebûlkirin. 
 
KAMERA DÎSA NEXEBITÎNE
 
Di îdianameyê de cih dan îfadeyên ewil ên çawişê pispor. Her wiha bal kişand ser rapora zarok E.T. Di îdianameyê de hate destnîşankirin ku milê E.T. şikestiye û wiha hate gotin: “Hestiyên laşê zarokî yên şikestin, bandoreke giran li ser fonksiyonên wî yên jiyanî dikin.” Bi domdarî hate gotin ku ji bo were tespîtkirin ka bûyera birîndarkirinê yan na, hewceye li muayeneya 6 meh piştî bûyerê were nihêrtin. Di berdewamê de wiha hate gotin: “Dema kamerayên cihê bûyerê hatin lêkolînkirin, tê dîtin ku hevjîna gumanbar Îbrahîm Sari tevî du zarokên xwe têdikevin baxçeyê Midûriyeta Ciwan û Sporê ya Bajar û E.T. jî bi duçerxa xwe li pey wan dikeve baxçeyê. Kameraya cihê bûyerê dibîne, ji ber xebatên tamîrkirinê nedixebitîn.”
 
‘DELÎL HATINE BIDESTXISTIN’ 
 
Di îdianameyê de tê gotin ku çawişê pispor sûcê pê tê tawanbarkirin kiriye û wiha hate gotin: “Di encama lêpirsîna di çarçoveya îfadeyên mexdûr, îfadeyên gilîker, îfadeyên kesên xwedî agahî, parastina gumanbar, rapora edlî û hemû dosyayên de hat zanîn ku di roja bûyerê de hevjîna gumanbar tevî zarokên xwe çûye baxçeyê Midûriyeta Ciwan û Sporê ya Bajar, zarokê mexdûr jî bi xeletî bi duçerxa xwe li hevjîn û zarokên gumanbar xistiye, gumanbar bi hêrs, tirs û fikarê, di bin tehrîkirina neheq de tevgeriya, zarok avête erdê û birîndar kiriye. Ji bo der heqê gumanbar de doza cemaweriyê were vekirin, delîlên pêwîst hatine bidestxistin.” 
 
Danişîna ewil a çawişê pispor dê di 25’ê Sibata 2026’an de bê lidarxistin. 
 
MA / Adnan Bîlen