Danişîna rojnameger Kanbal hate taloqkirin

  • rojane
  • 14:32 3 Mijdar 2025
  • |
img

MÊRDÎN - Di danişîna doza rojnameger Ahmet Kanbal de ku ji ber gotinên xwe yên “mudaxileya dewletê ya li erdhejê têr nake” dihat darizandin, hat taloqkirin. 

 
Der heqê nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal de, bi hinceta ku di weşana zindî de gotina “mudaxileya dewletê ya di erdhejê de têr nake” kiriye, bi îdiaya “agahiyên xelet bi gel re parve kir” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê, li ser talîmeta 5’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Semsûrê, li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Mêrdînê hat lidarxistin. Kanbal û parêzerê wî Erdal Kuzu tev li bûn. 
 
Kanbal, di danişînê de tawanbarî red kir û got ku di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de tev li weşana zindî bûye. Kanbal, got ku wî di erdhejê de çi dîtibe ew vegotiye û gotina Erdogan a “Di sê rojên ewil ên erdhejê de me hûn bi tenê hişt” bi bîr xist. Kanbal, got ku gotinên Erdogan jî gotinên wî piştrast dike, wî xebata rojnamegeriyê kiriye û TCK 217/A xala sansûrê ye û divê wera rakirin. 
 
Parêzer Erdal Kuzu jî got ku miwekîlê wî rojnameger e, agahiyên parve kirin xebatên rojnamegeriyê ne û daxwaza beraetê kir. 
 
Dadgehê, biryar da ku dosyayê bişînin 5’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Semsûrê û danişîn taloqî 16’ê Çileya 2026’an kir.