ENQERE - Cezayê hefsê yê Wekîla HDP’ê ya berê Huda Kaya teqez bû û hate girtin.
	Wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Huda Kaya, di sala 2022’yan de dema çû serdana kurê xwe Cîhad Ebrarî ku li Girtîgeha Çanakkaleyê dihat ragirtin, bi îdiaya ku “di çentê wê de telefon hatiye tespîtkirin”, salek û 6 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn. Piştî tekezbûna cezayê re, Huda Kaya hate girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Vekirî ya Elmedag a Enqereyê. 
	Huda Kaya, beriya were girtin ji JIN TV’yê re axivî û got bi îdiayên neheq û nerast cezayê wê hatiye erêkirin. Huda Kayayê got ku bi hinceta cezayên 30 sal berê di serdema 28’ê Sibatê cezayê wê nehatiye taloqkirin.    
