Ji ber ‘Lihevkirina Bajar’ ceza ji Ahmet Ozer re hat xwestin

  • rojane
  • 13:46 3 Mijdar 2025
  • |
img

STENBOL - Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer, di çarçoveya doza “Lihevkirina Bajar” de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin. Di danişîna dozê de parêzeran ji bo parastinê dem xwest û danişîn hat taloqkirin. 

 
Şaredarê Esenyurt a Stenbolê Ahmet Ozer, di 30’ê Cotmeha 2024’an de hate binçavkirin û girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. 3’yemîn danişîna doza Ahmet Ozer ku di doza “Lihevkirina Bajar” de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê de hat lidarxistin. Ozer, parêzerên wî û nûnerên partiyên siyasî tev li bûn. Di danişîna 2’yemîn a dozê ya di 14’ê Tîrmehê de biryara tehliyeyê hatibû dayin lê ji ber dozeke din rewşa girtî didome. 
 
Dozger, di mutalaaya xwe de xwest Ozer bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bê cezakirin. 
 
Ozer jî li dijî mutalaayê parastina xwe kir û got ku daxwaza dadger ne li gorî naveroka dosyayê heye ne jî li gorî ruhê pêvajoyê ye. Ozer, ji bo parastinê dem xwest. 
 
Parêzer Huseyîn Ersoz jî ji bo parastinê dem xwest. 
 
Parêzer Seraf Ozer jî got ku dê li dijî mutalaayê îtîraz û îfadeyên xwe bi berfirehî pêşkeş bikin. 
 
Şandeya dadgehê, biryar da ku tevdîra qedexeya derketina derveyî welat bidome û danişîn taloqî 23’yê Çileya 2026’an kir.