Girtiyên ku zexta pêkirina şimikê red dikin naşînin nexweşxaneyê

  • rojane
  • 13:27 3 Mijdar 2025
  • |
img
ŞIRNEX - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê bi hinceta ku pêkirina şimikê ya bi darê zorê qebûl nekirine, ev saleke sewqî nexweşxaneyê nayên kirin. 
 
Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê berdewam in. Ji girtiyan Salih Turan, têkildarî binpêkirinan nameyeke şand. 
 
Turan, da zanîn ku tevî daxwaza sewqkirina nexweşxaneyê dike jî ev saleke daxwaza wî tê redkirin. Turan, da zanîn ku gelek nexweşiyên wî yên kronîk hene û sewqên wan ên nexweşxaneyê bi keyfî tên astengkirin. Turan, got ku girtî bi mehan li benda sewqkirina nexweşxaneyê dimînin û heke sewqa wan derkeve jî ji ber zexta şimikê, cendirme wan nabin nexwşxaneyê. Bi domdarî Turan anî ziman ku du caran ji ber zexta şimikê sewqa wî ya nexweşxaneyê hatiye astengkirin û got: “Heke di mijara tenduristiyê de rewşên neyînî biqewimin, berpirsyar, cendirme ne. Em ê van sepanên keyfî qebûl nekin. Banga me ji bo raya giştî ye ku li dijî van binpêkirinan dengê xwe bikin.” 
 
SERLÊDANA SÛC
 
Turan, bi rêya parêzerên xwe der heqê rêveberiya girtîgehê û cendirmeyan de serlêdana sûc kir. Hat zanîn ku li heman girtîgehê gelek girtî ji ber zexta pêkirina şimikê sewqî nexweşxaneyê nayên kirin.