‘Hewceye gavên ku pêşiya siyaseta demokratîk vedikin bên avêtin’

  • rojane
  • 11:02 3 Mijdar 2025
  • |
img
MÊRSÎN - Cevat Yerdegul ku 32 salan di girtîgehê de mabû, diyar kir ku pirsgirêk bi muxatabên wê re çareser dibe û muxatabê pirsgirêka Kurd jî Abdullah Ocalan e. Yerdegul, got: “Ji bo pêvajo pêş bikeve, hewcehî bi avêtina gavên şênber heye.”
 
PKK’ê, piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kongreya 12’emîn li dar xist û biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî da. Di 11’ê Tîrmehê de jî li Şikefta Casenê ya li nêzî bajarê Silêmaniye yê Herêma Federe ya Kurdistanê jî merasîma çekşewitandinê li dar xist. Tevgera Azadiyê ya Kurd, herî dawî jî di 26’ê Cotmehê ragihand ku wan biryara vekişandina hêzên xwe ji Tirkiyeyê ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve da ye. Tevgerê, ragihand ku êdî derbasî qonaxa duyemîn bûne. 
 
Cevat Yerdegul ku 32 salan di girîgehê de ma û di 2’yê Gulanê de hate berdan, gavên hatine avêtin û pêvajoya heyî nirxand. Yerdegul, diyar kir ku azadiya Abdullah Ocalan, ji bo pêvajoyê diyarker e û got: “Derketina birêz Ocalan, dê rêya ber bi aştiyê ve ava bike.” 
 
Yerdegul, anî ziman ku pêvajo ne tenê Kurdan lê hemû gelên li Rojhilata Navîn ên hebûna xwe didomînin eleqedar dike û got: “Li Rojhilata Navîn krîz û pevçûn hene. Lewma pêdivî bi projeyên çareseriyê heye. Perspektîfa civaka demokratîk a birêz Ocalan pêşxistî jî di vê mijarê de firsendek e û divê ev pêvajo mîna yên berê neyên pûçkirin.” 
 
'PIRSGIRÊK DIVÊ BI MUXATABÊ WÊ WERE ÇARESERKIRIN’ 
 
Bi domdarî Yerdegul destnîşankir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê hevdîtin yekser bi muxatabên wê re bên kirin û got: “Muxatabê pirsgirêkê, birêz Ocalan e. Hevdîtinên yekser ên bi wî re dê bandoreke erênî li hevdîtinan bikin. Hewceye tecrîd tavilê bê rakirin. Ne tenê komîsyon lê divê rojnameger û derdorên cuda jî bikarin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin.” 
 
Yerdegul, got ku ji bo bandoreke erênî li pêvajoya aştiyê bike, hewceye medya jî zimanê xwe biguherîne û wiha pê de çû: “Zimanê şer ê salên 90’î, ne zimanê çareseriyê ye. Medyaya wê demê di avabûna travmayan de rolekî mezin lîst. Îro jî bi heman zimanî bandoreke neyînî li civakê tê kirin. Lê pêdiviya herî mezin a civakê, bi aştiyê heye. Medya dikare bi zimanê aştiyê bandoreke erênî li pêvajoyê bike.” 
 
'PÊVAJOYA AŞTIYÊ DÊ BANDORÊ LI ROJHILATA NAVÎN JÎ BIKE’ 
 
Di berdewamê de Yerdegul anî ziman ku perspektîfa Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Tirkiyeyê lê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn dikare bibe modelek û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Siyaseta şer a li Rojhilata Navîn tu tiştekî bi xwe re naafirîne. Ji Filistînê heta Îranê tiştên tên jiyîn li holê ne. Heke pêvajoya aştiyê bi ser keve, ev yek dê ji bo gelan deriyê hêviyê veke. Gavên hikûmet diavêje, di nav gel de rê li ber baweriyê venakin. Vekişîna gerîlayan, nîşaneyeke inyeta baş e. Lêbelê divê siyaset hinek wêrektir tevbigere. Hevdîtinên heta niha hatine kirin, ji bo qanehkirina civakê têr nekiriye. Hewcehî bi gavên şênber ên baweriyê didin heye.” 
 
'VERASTKIRINÊN SIYASÎ Û HIQÛQÎ ŞERT IN’ 
 
Yerdegul, bi lêv kir ku ji bo pêşketina pêvajoya aştiyê hewcehî bi avêtina gavên siyasî û hiqûqî heye û got: “Pêwîst dike ku ji bo vekirina pêşiya siyaseta demokratîk, zemînek were avakirin. Divê mafên ziman û nasnameyê yên gelê Kurd jî bên misogerkirin. Dema ev gav hatin avêtin, wê demê dê bawerî jî ava bibe. Dê ne gelê Tirk ne jî gelê Kurd li dijî vê dernekeve. Entegrasyona di navbera gelan de, bi înkarê nayê avakirin. Her civakek xwedî nirx, dîrok û çandekê ye. Entegrasyona demokratîk jî bi hevdu naskirin û tevlibûnê dibe. Ne asîmîlekirina civaka din e.” 
 
'HETA TECRÎD HEBE DÊ PÊVAJO BITENDURIST PÊŞ NEKEVE’ 
 
Yerdegul, daxuyand ku daxwaza gel azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e û axaftina xwe wiha qedand: “Hewceye birêz Ocalan bêşert were berdan. Azadiya wî dê bandoreke erênî li pêvajoya aştiyê bike. Heta ku tecrîd bidome, pêkan nîne pêvajo bitendurist were domandin. Ji bo têkbirina pêşdaraziyan û pêşketina pêvajoyê, divê derdorên cuda bikarin bi Ocalan re hevdîtinê bikin.” 
 
MA / Mehmet Guleş - Abdulkadîr Ayten