‘Heta komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê neke dê pirsgirêk çawa çareser bibe?’

  • rojane
  • 09:24 3 Mijdar 2025
  • |

AMED - Hevberdevkê Komîsyona Rêxistinkirinê yê DBP’ê Huseyîn Bîrlîk, anî ziman ku ji bo pêvajo pêş bikeve hewceye şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin û got: “Hêj jî komîsyonê pê re hevdîtin nekiriye. Heta hûn bi muxatabê esasî re hevdîtinê nekin dê pirsgirêk çawa çareser bibe?”

 
PKK’ê, piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kongreya 12’emîn li dar xist û biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî da. Di 11’ê Tîrmehê de jî li Şikefta Casenê ya li nêzî bajarê Silêmaniye yê Herêma Federe ya Kurdistanê jî merasîma çekşewitandinê li dar xist. Tevgera Azadiyê ya Kurd, herî dawî jî di 26’ê Cotmehê ragihand ku wan biryara vekişandina hêzên xwe ji Tirkiyeyê da ye. 
 
Hevberdevkê Komîsyona Rêxistinkirinê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Huseyîn Bîrlîk, diyar kir ku pêvajo ne tenê bi beşdariya gelê Kurd lê bi tevlibûna hemû gelan dikare pêş bikeve. 
 
 ‘ABDULLAH OCALAN HÊJ LI HEMAN CIHÎ DISEKINE’ 
 
Bîrlîk, diyar kir ku Abdullah Ocalan di daxuyaniyên xwe de zemîna dîrokî ya pirsgirêka Kurd bi berfirehî nirxandiye û got: “Ji roja Tevgera Azadiyê ya Kurd hatiye avakirin heta niha di aqilê dewletê de tu guhertinek nîne. Gelê Kurd, li dijî vî aqilî li ber xwe dide, yekitî, sazî û platformên xwe birêxistin kir. Rêbertiyê, di sala 1993’yan de bi daxuyaniyekê gotibû ‘Ev pirsgirêk dikare bi rêyên demokratîk were çareserkirin.’ Anku armanc ne şer û mirin bû. Ew bi xwe jî dibêje ku heke wê demê muxatab hebûya, dê mesele bi rêyên demokratîk bihata çareserkirin. Rêbertî, wê demê çi gotibe niha jî heman tiştan dibêje. Di banga 27’ê Sibatê de jî got; ‘Em amade ne vê meseleyê li ser zemîneke demokratîk çareser bikin.’ Ev pêvajo tenê bi dest û hêza Kurdan biencam nabe. Hewceye hemû kesên daxwaza demokrasî, azadî, wekhevî û aramiyê dikin destê xwe deynin bin kevir. Divê gelê Tirkiyeyê bi xwe vê pêvajoyê birêve bibe. Firsendekî mezin e ku birêz Ocalan ev bang kir.” 
 
‘NE TENÊ PIRSGIRÊKA KURDAN E’
 
Bîrlîk, diyar kir ku di qonaxa heyî de hin alî dixwazin meseleyê mîna berê bi rêbazên zordarî û zilmê çareser bikin û got: “Ji ber ku derdorên menfaeta wan di vê meseleyê de hene. Hewceye her kesên daxwaza aştî, xwişk-biratî û wekheviyê dike, vê yekitiyê mezin bike. Heke demokrasiyeke mayinde çênebe, dê pirsgirêkên Tirkiyeyê jî çareser nebin. Lewma ev pêvajo girîng e. Yên niha nîjadperestî û êrişan dikin, bi rastî jî xetereyeke mezin in. Li dijî kesên cisaereta xerakirina pêvajoyê di xwe de dibînin, divê kesên aştî, demokrasî û wekheviyê dixwazin jî bi hev re tevbigerin da ku pêvajo bi ser keve.” 
 
‘KOMÎSYON HÊJ NEÇÛYÊ ÎMRALIYÊ’
 
Bîrlîk, gavên heta niha Tevgera Azadiyê ya Kurd avêtin bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Gava dawî jî, nîşaneya jidilbûnê bû. Kurdan, bi van gavan nîşan da ku xwedî li pêvajoyê derdikevin. Ji bo gel ji çareseriyê bawer bike, divê dewlet jî gavan biavêje. Gava divê were avêtin çi ye? Ya yekemîn ê ku dike pêvajo pêş bikeve, birêz Ocalan e. Divê şert û mercên wî bên başkirin. Li her cihê dinyayê şert û mercên muxataban hatine sererastkirin. Lê heta niha gavek nehatiye avêtin. Komîsyonê hêj jî bi birêz Ocalan re hevdîtin nekiriye. Ev, kêmaseiyeke mezin e. Heta ku ev komîsyon bi muxatabê esasî re hevdîtinê neke dê pirsgirêk çawa çareser bibe?” 
 
‘CIHÊ BASKEKÎ KEVOKA AŞTIYÊ HÊJ JÎ VALA YE’ 
 
Bîrlîk, destnîşan kir ku gava ewil a divê dewlet biavêje, başkirina şertên Abdullah Ocalan e û axaftina xwe wiha qedand: “Divê birêz Ocalan bikare bi her kesî re hevdîtinê bike. Divê şertên çareseriya pirsgirêka Kurd bên avakirin ku firsend çêbibin. Gavên Tevgera Azadiyê ya Kurd avêtî hêj bi tenê ne. Wekî Devlet Bahçelî jî gotibû ‘Kevoka aştiyê bi yek baskî nikare bifire.’ Birêz Ocalan û tevgerê ji bo baskê yekemîn gavên dîrokî avêt. Lê cihê baskê din hêj vala ye. Divê cidî nêzî muxatabê wê bibin. Ji bo hizûra gelên Tirkiye û Kurd pir girîng e. Lewma divê cidî nêz bibin. Divê jidil gavan biavêjin ku pêvajo bi ser keve.” 
 
MA / Melîk Varol - Fethî Balaman