ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2025’AN

  • rojane
  • 09:00 28 Cotmeh 2025
  • |
img

* Parêzera girtiyê nexweş Mehmet Emin Çam ku tevî du krîzên dil jî serbest nayê berdan û rojê 17 dermanên cuda bi kar tîne, got: "Divê muwekîlê min tavilê were berdan ji ber ku berdewamiya înfaza wî mafê wî yê jiyanê dixe xetereyê."

* Li gel hemû nerazîbûn û îdiayên walîtiyê ku gotibû "êdî dê dar nayên birîn", birîna daran li Gabarê berdewam dike. 
 
* Serokê Sendîkaya Çapemeniyê ya Kedkarên Çapemeniyê ya DÎSK'ê Turgut Dedeoglû diyar kir ku qeyûmê ku ji bo TELE'ê hatiye tayînkirin xeleka dawîn a zextên li ser çapemeniyê ye û got ku tevî ku ji sedî 95 hêza çapemeniyê di destê desthilatê de ye jî, ew dixwazin çapemeniya muxalîf jî kontrol bikin.
 
* Ji koordînatorên Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê Latîfe Akyuzê got: "Pêdiviya vê pêvajoyê ne ew e ku hin kes biçin bi Abdullah Ocalan re biaxivin, pêdivî ew e ku ew rasterast bi dengê xwe û gotina xwe di nav de cih bigire." 
 
* Li gor daneyên Baroya Wanê ji Çileya 2024'an heya Îlona 2025'an 2 hezar û 299 neha jin û zarok bi 27 sûcên cuda hedef hatine girtin. 
 
* Ozturk Turkdogan ê DEM Partiyî diyar kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd bi gava dawî avêtî re êdî hinceta "tundiyê" ya îktîdarê ji holê rakiriye û got: "Divê îktîdar gavên demokratîk biavêje. Nexwe dê xwe teşhîr bike."  
 
* Platforma Saziyên Demokratîk, dê têkildarî “biryara vekişînê” ya Tevgera Azadiyê ya Kurd û geşedanên dawî li Xana Îskender Paşa ya navçeya Sûrê ya Amedê daxuyaniyê bide. (11.00) ZINDΠ
 
*Çalakiya Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê dê di meha 166’an de li Qada Sakaryayê daxuyaniyê bide. (13.30) 
 
* Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê têkildarî zextên li ser azadiya xweîfadekirin û çapemeniyê yên li Tirkiyeyê li pêşiya Cemiyeta Rojnamegeran a Tirkiyeyê daxuyaniyê bide. (13.00)