Got 'Mirov ji ber tiştekî ku nekiriye poşman nabe', berdana wî 6 mehan taloq kirin

  • rojane
  • 09:02 21 Cotmeh 2025
  • |
img
MÊRDÎN - Berdana girtî Hakki Ay ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Hejmara 1 a Xarpêtê, ji ber ku gotina, "Mirov, ji ber tiştekî ku nekiriye poşman nabe" 6 mehan hat paşxistin.
 
Hakki Ay ê di 30'ê Kanûna 2025'an de hat binçavkirin û paşê bi îdiay "endamtiya rêxistinê" 13 sal ceza lê hat girtin û niha li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Hejmara 1 a Xarpêtê ye, Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya girtîgehê berdana wî 6 mehan taloq kir. Ay ku di Tebaxa 2025'an de înfaza xw etemam kir û diviyabû bihata berdan, ji ber biryara lijneyê nehat berdan. Ay ji ber vê serî li Dadgeriya Înfazê ya 2'yan a Xarpêtê da û îtiraz kir, lê dadgeriyê îtiraza wî red kir. 
 
DI biryara dadgeriyê de pirsa "tu poşman î yan na" ji Ay hatiye pirsîn û Ay jî gotiye "Mirov, ji ber tiştekî ku nekiriye poşman nabe. Min vî cezayî heq nekiriye." Dadgeriyê jî ji ber vê berdana wî 6 mehan taloq kir. 
 
Dadgeriyê di biryarê de got ku "sempatiya Ay û aîditiyeta ji bo rêxistinê didome" 
 
Parêzerê Ay Erdal Kûzû diyar kir ku biryarên ji aliyê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ve tên dayîn ne objektîf in û got ku ev lijne wekî dadgehan tevdigerin û biryaran didin. 
 
Kûzû destnîşan kir ku gotina muwekîlê wî ya "Mirov, ji ber tiştekî ku nekiriye poşman nabe" tiştekî xwezayî ye. Kûzû bal kişand ser pêvajoya demokratîkbûyînê û got: "Ligel vê, tevgerên lijneyê yên bi vî rengî pêvajoyê provake dikin. Em li bendê ne ev lijne û dadgeriyên înfazê li gor ruhê pêvajoyê tevbigerin." 
 
MA / Ahmet Kanbal