Îddia: Midûra girtîgehê ji bo paşeroja xwe ya tarî veşêre tehliyeyan taloq dike

  • rojane
  • 13:06 18 Îlon 2025
  • |
img

ENQERE - Parêzer Kenan Maçoglû, diyar kir ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê heta niha tu girtiyên jin ên cezayê xwe temam kirin di dema xwe de nehatine tehliyekirin û îdia kir ku midûra girtîgehê ji bo veşartina paşeroja xwe ya tarî veşêre wiha dike. 

 
Di sala 2021’ê de rêziknameya avakirina Lijneyên Îdare û Çavdêriyê erê dike kete meriyetê. Ji wê dîrokê heta niha li Girtîgeha Jinan a Sîncanê heta niha tu girtiyên jin ên dema înfazkirina cezayê xwe temam kirin, di dema xwe de nehatine berdan. Tehliyeyên 12 girtiyên jin ên dema înfaza xwe temam kirin, bi hincetên cuda hatine taloqkirin. Tehliyeya Sermîn Demîrdag û Nedîme Yaklavê 6 caran, tehliyeya Nûriye Adet, Gulşah Adet û Hîcran Bînîcî 5 caran, tehliyeya Zeliha Ustabaş 3 caran, tehliyeya Elîf Çetînbaş û Melîke Goksuyê 2 caran, tehliyeya Emîne Abîş, Fatma Aslan, Suheyla Taş jî carekê ji bo 3 mehan û salekê hatin taloqkirin. Tehliyeyên Rojdan Erez, Hanim Yildirim, Muaddes Kubîlay, Zeynep Han Bîngol, Rozerîn Kurt, Sabîte Ekîncî, Jiyan Ateş, Ozlem Demîr, Sedef Demîr, Nejla Yildiz, Dîlan Oynaş û Berîn Sari ku li heman girtîgehê diman jî gelek caran hatin taloqkirin û herî dawî di dîrokên cuda de hatin berdan. 
 
Parêzer Kenan Maçoglû, diyar kir ku dibe ku sedema taloqkirina tehliyeyên girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, ji ber “paşeroja tarî” ya midûra berê ya girtîgehê be. Maçoglû, got: “Midûra girtîgehê, Lijneya Îdare û Çavdêriyê ji bo veşartina paşeroja xwe ya tarî bi kar anî.” 
 
Maçoglû, da zanîn ku midûra berê di sala 2021’ê de bûye midûra yekemîn û di Hezîrana 2025’an de jî ji peywirê hate girtin û bû midûra duyemîn a girtîgehê. Maçoglû, da zanîn ku tayînkirina midûra yekemîn a weke midûra duyemîn rewşeke asayî nîne û got: “Midûra girtîgehê, bi taloqkirina tehliyeyan hewl da paşeroja xwe ya tarî veşêre. Dibe ku der heqê wê de lêpirsîneke didome hebe. Hin agahiyên ji girtîgehê hatine ber destê me hene; ez tiştên me piştrast nekirine parve nakim. Tê gotin ku têkiliyên tarî yên midûrê hene û ji bo veşartina van têkiliyên tarî jî di Lijneya Îdare û Çavdêriyê de hewl dide tehliyeyên girtiyan asteng bike.” 
 
'SEPANÊN KEYFÎ BERDEWAM IN’  
 
Di berdewamê de Maçoglû anî ziman ku ji roja rêzikname ketiye meriyetê heta niha li vê girtîgehê tehliye di dema xwe de nayên kirin û wiha domand: “Di halê hazir de dema tehliyeya 12 girtiyên jin hatiye lê tehliyeyên wan tên taloqkirin. Herî dawî jî tehliyeyên Nûriye Adet û Gulşen Adet ku 30 sal in girtî ne, ji bo salekê hatin taloqkirin.” 
 
Maçoglû, axaftina xwe wiha qedand: “Lijneya Îdare û Çavdêriyê bêyî hincetên şênber tehliyeyan taloq dike û girtiyan ceza dike. Tevahiya hincetên tên nîşandan razber in, keyfî ne û mîna hev in. Ev binpêkirin, zirarê didin pêvajoya heyî. Gel, van kiriyaran weke provokasyona li dijî pêvajoyê fêm dike. Divê ev sepan bi dawî bibin û ev her 12 girtî bên berdan.”