Parêzer Akin: Tecrîd didome, bendewariya gel gavên berbiçav e

  • rojane
  • 09:26 30 Tebax 2025
  • |
ÊLIH - Parêzer Mehmet Akif Akin diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan berdewam dike û got: "Tişta ku gel hêvî dike gavên berbiçavtir û rasteqîntir in. Biryarên komîsyonê divê li ser bingehên qanûnî bin."
 
Piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de, di rewşa siyasî ya welêt de gelek pêşketin çêbûn. PKK ku yek ji wan muxataban e û Abdullah Ocalan bang lê kir, di 12'emîn kongreya xwe ya ku di navbera 5 û 7'ê Gulanê de li dar xist de biryar da ku "têkoşîna çekdarî bi dawî bike". Piştre, di 11'ê Tîrmehê de, bi merasîmekê ku li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe bi pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat hat lidarxistin, Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 kesan pêkhatî, çekên xwe şewitandin. Di dawiyê de, Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ji 50 kesan pêkhatî ku ji nûnerên partiyên siyasî pêk tê, li meclisê hat avakirin û ji 5'ê Tebaxê ve dixebite.
 
Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Êlihê Mehmet Akif Akin, der barê pêşketinên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd de axivî.
 
HEWLDANÊN BANGA CIVAKA DEMOKRATÎK
 
Akin diyar kir ku Abdullah Ocalan gelek hewl da ku pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk çareser bike û got: "Pêvajo bi saya agirbestên yekalî, pêvajoyên kêmkirina rageşiyê û pêşniyazên çareseriyê yên ku ji hêla PKK'ê ve pir caran tên ragihandin gihîştiye vê rojê. Tişta ku em jê re dibêjin 'pêvajoya çareseriyê' di navbera salên 2013 û 2015'an de jî pêk hat. Derfetên ji bo aştî û danûstandinê derketin holê. Lêbelê, ev pêvajo ji ber nebûna baweriyê û astengiyên di pêkanînê de bi dawî bû. Di navbera salên 2015 û 2020'î de, hevsengiyên herêmî, pêvajoyên bêçalakiyê yên li Rojhilata Navîn... Rewşa kurdan li Sûriye û Iraqê, bi taybetî, Tirkiyeyê kişand ber bi nêzîkatiyek ku ber bi pêwîstiya çareseriyê ve diçe."
 
Akin, tekez kir ku pêvajoya ku ji hêla Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin divê wekî "bêdengkirina çekan" neyê dîtin, lê wekî hewldaneke ji bo afirandina civateke bi rastî demokratîk bê dîtin û got: "Vê yekê modelek bihêz ji bo avakirina aştiyê pêşkêş kir. Civaka Tirkiyeyê têkoşîna çekdarî wekî astengiya herî mezin a li pêşiya azadiya jinan, civaka demokratîk û xurtkirina rêveberiyên herêmî ku birêz Ocalan heta niha di perspektîfên xwe de pêşkêş kiriye, dîtiye. Sedema ku pirsgirêka kurd ewqas dirêj berdewam kiriye, nekarîna şopandina rêyek danûstandinê ye. Nêzîkatiyên navendî yên 'terorê' her tim di pêş de bûne. Di encama van nêzîkatiyan de, mirov ji cih û warên xwe hatin derxistin. Bi sedan gund hatin valakirin. Bi hezaran kes bûn qurbanê kuştinên nediyar. Ev hemû ji polîtîkayên ewlehiyê yên 50 salî derketiye holê. Bangewazî di vî warî de girîng bû. Ev yek rê li ber nêzîkatiyên 'ewlehiyê' û 'terorê' yên Tirkiyeyê girt." 
 
Akin bal kişand ser komîsyona ku li meclisê ji bo çareseriyê hatiye avakirin û got: "Girîng bû ku ew bigihîje hemû deng û rengan li Tirkiyeyê. Divê komîsyon ji aliyê raya giştî ve were hembêzkirin û guh bide hemû beşên civakê da ku bibe saziyek ku karibe gavên saxlemtir û berbiçavtir bavêje. Raya giştî gavên berbiçavtir û realîsttir hêvî dike. Divê biryarên komîsyonê li ser bingeheke qanûnî bin."
 
Akin destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan jî didome û got ku ew nizanin dê komisyon rol û misyoneke çawa hilgire. Akin got ku lê çareserkirina meselaya statu, çand û ziman a kurdan girîng e.