Tirkiyeyê jîriya çekirî asteng kir

  • rojane
  • 10:42 9 Tîrmeh 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Jîriya çêkirî Grok ku sepana X'ê ye, piştî hinek parvekirinan ji hêla Tirkiyeyê ve hate astengkirin.

Duh êvarê algorîtma Grokê ya medyaya dijîtal a populer X’ê ji ber parvekirinan, rastî bertekan hat.
 
Jîriya çêkirî ji ber şîroveyên bikarhêneran hate manîpulekirin, ji bo Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û gelek navên din parvekirinên bi heqaret kir. Piştî van parvekirinan, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê têkildarî bikaranîna Grokê biryara astengiyê da. Di daxuyaniya dozgeriyê de hate diyarkirin ku der heqê Grokê de zebitname hatiye amadekirin û ji bo qedexeyê serî li Dadgeha Cezaya Sulhê dane. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dadgehê, biryara qedexeyê daye û ji bo biryarê ragihîna aliyê têkildar biryar ji BTK’ê re şand.”
 
DAXUYANIYA X’Ê
 
X'ê jî der heqê parvekirinên Grokê de ev tişt got: “Haya me ji parvekirinên Grokê heye û ji bo wan parvekirinên nelirê bê rakirin em bi awayeke çalak dixebitin. Piştî me naverok ferq kir, me tevdîr girt da ku xAl Grok li X’ê naverokên nelirê parve neke. xAI, tenê ji bo lêgerîna rastiyê jîriyek çêkirî perwerde dike. Bi rêya milyon bikarhêneran ve dê modela perwerdehiyê pêş ve bixe.”