Karûbarên îfadegirtina 55 binçavkiriyên li Wanê dest pê kir

  • rojane
  • 10:43 14 Gulan 2024
  • |
img
WAN - Karûbarê îfadegirtinê yê 55 kesên li Wan û navçeyên wê hatibûn binçavkirin dest pê kir. Tê payîn ku piştî îfadeya li emniyetê, komek sewqî dozgeriyê bê kirin. 
 
Polîs û cendirmeyan duh di danê sibehê de li navenda Wanê û navçeyê wê bi ser gelek malan de girtin û 55 kes binçav kirin. Welatî li Midûriyeta Emniyetê ya Wanê tên ragirtin û biryara nepeniyê ya li ser dosyayê didome. Duh bi şev îfadeyên li emniyetê yên komekê hatin girtin û karûbarê îfadedayînê yên komê din didome. Tê payîn ku welatiyên îfadeyên wan temam bûne sewqî Edliyeya Wanê bên kirin. 
  
Di nava kesên hatine binçavkirin de Berdevkê Koma DEM Partiyê yê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Dilgeş Aslan, lîstikvanê şanoyê yê ŞanoWanê Ferhat Aslan jî hene. 
 
BERXWEDANA HILBIJARTINÊ WEKE HINCET NÎŞAN DAN
 
Hat zanîn ku ji kesên hatine binçavkirin pirsên têkildarî çalakiyên protestoyî yên li dijî nedayîna mazbataya hevşaredarên Bajarên Mezin a Wanê hatine lidarxistin, hatine kirin. Sedema tevlibûna çalakiyan û yên fermana tevlibûnê dayîn hatiye pirsîn. Hat destnîşankirin ku piştî berxwedanê qeydên kamerayan ên tevahiya esnaf û saziyên bajar hatine standin û piştre jî pêla binçavkirinan hatiye destpêkirin.