Li bajarê ku berf lê nebariya 13 milyon TL ji bo 'têkoşîna li hemberî berfê' hatiye xerckirin

  • rojane
  • 09:02 14 Gulan 2024
  • |
img

AMED - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, çendî berf nebariyaye jî di bin navê "têkoşîna li hemberî berf û qeşayê" wesayît kirê kirine û ji bo vê 13 milyon û 61 hezar TL pere xerc kiriye. 

Hûrguliyên taxrîbatên qeyûmên tayinî şaredariyan hatibûn kirin derdikevin holê. Qeyûmê ŞAredariya Bajarê Mezin a Amedê 3 milyar û 345 milyon TL deyn xistiye stuyê şaredariyê û berî biçe di bin navê "ezimandinê" de bi 769 TL'yan çerez, çîqolota û tiştên vexwarinê stendiye. Lê belê derket holê ku qeyûm di bin navê "têkoşîna li hemberî berf û qeşayê" de 13 milyon û 61 hezar û 682 TL xerc kiriye. 
 
Rêveberiya qeyûm di meha Sibat, Adar û Nîsanê de di bin navê "wesayîtên di têkoşîna li hemberî berf û qeşayê û çêkirina rêyan de bên bikaranîn" de 13 milyon û 61 hezar û 682 TL pere xerc kiriye. 
 
Hat hînkirin ku qeyûm ev pere daye Şîrketa Ozan Înşaatê
 
MA / Azad Altay