Cenazeyên 2 kesên hatibûn qetilkirin radestî malbatên wan hatin kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyên 2 welatiyên di encama bombebarana balafirên şer ên dewleta tirk de hatibûn qetilkirin radestî malbatên wan hatin kirin. CPT’yê ragihand ku kesekî winda ye. 
 
Di 28’ê Nîsanê de dewleta tirk bi balafirên şer êrişî çoltara navçeya Sîdekan a girêdayî Hewlêr a Herêma Kurdistana Federe kiribû û di êrişê de 2 welatî hatibûn qetilkirin. Tîmên Avakirina Aştiya Civakî  (CPT ), têkildarî êrişê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li gorî agahiyên hatine bidestxistin di 28’ê nîsanê de welatiyên ji rojhilatê Kurdistanê ji bo ku giya û pincarên demsala biharê de şîn dibin kom bikin çûne zozanên herêma Xinêrê ya girêdayî navçeya Sîdekan a herêma Biradost a Hewlêrê.”
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama bombebarana balafirên şer de 2 welatiyên ji rojhilatê Kurdistanê hatine qetikirin û ji kesekî birîndar jî agahî nayê girtin. 
 
CENAZE HATIN DÎTIN 
 
Li aliyê din hate diyarkirin ku cenazeyên her 2 welatiyan piştî 4 rojan radestî malbatên wan hatine kirin. Navên welatiyên hatine qetilkirin Ehmed Heydî û Resûl Yûnis in. 
 
Li gorî nûçeya Rojnewsê; Resûl Yûnis zewicî ye û bavê sê zarokane, Ehmed Heydî xwedî zarokekê ye, temenê wan jî di navbera 45-55’an de ye.