Li Çukurovayê doza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Çukurovayê bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karkerên Cîhanê karker daketin qadan û mafê xwe xwestin. Girseya gel li qadan got, “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin.
 
Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê ya Edeneyê bi boneya 1’ê Gulanê Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştevaniyê ji Pira Kasim Gulek heta Qada Îstasyonê meşiya û mîtîngek li dar xist. Konfederaysona Sendîkayên Kedkaran a Cemawerî (KESK) a Edenê, Platforma Şaxa Edenê, Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Yekitiya Endezyar û Mîmaran (TMMOB), Lijneya Kordînasyona Edeneyê, Odeya Tabîban a Edeneyê û Baroya Edenê û gelek kes hatin gel hev.
 
Girse ji çar noqteyan ketin qadê. Polîsan astengî derxist lê bi berxwedana girseyê polîs vekişiyan. Yên di korteja DEM Partiyê de cih girtin daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin. Piştre girse bi dirûşmeyan ketin qada Ugur Mumcu. Girseyê sirûda 1’ê Gulanê bi yek dengî gotin. Endamê meclisa KESK’ê Erdal Karakuş axivî û da zanîn ku fatureya krîzê li kedkaran tê birîn û got ew ji bo jiyaneke mirovane îro li qadan hatine gel hev.
 
Serokê Şaxa Hejmar Yek yê Genel Îşê Ersoy Kalîk jî bertek nîşanê barîkata polîsan da û got wê dema nû ji qadên 1’ê Gulanê bidin destpêkirin.
 
Parlamenterê CHP’ê Burhanettîn Bulut jî bertek nîşanê helwesta polîsan da. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî axivî û daxuyakirin ku divê demildest tecrîd bê şikandin û aştî bê welat.
 
Mîtîng bi konsera Kardeş Turkuler bidawî bû.
 
MERSÎN
 
Li Mersînê jî bi pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê bi dehezaran kes ji bo pîrozvahiya 1’ê Gulanê li ber Stadyuma Tevfîk Sirri Gur hatin gel hev. Girse bi dirûşmeyan bi bi kortekê ber bi Qada Cumhuriyetê derbasî meşê bûn. Parlamenterê  DEM Partî ya Mersînê Perîhan Koca û Alî Bozan, hevşaredarên DEM Partiyê û CHP tevlî meşê bûn.
 
Berdevkê Demî yê Platforma Ked û Demorkasiyê Îrfan Gultekîn axivî û da zanîn ku divê dengê li qadan baş bê fêmkirin. Piştre ser navê Platforma Jinan a Mersînê Ceren Înan axivî û da xuyakirin ku bi xizanî û qetilkirinan jiyana jinan ji dest  tê girtin û got wê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Mîtîng bi stranên Îlkay Akkaya bi dawî bû.
 
OSMANIYE
 
Li Osmaniye îsal cara yekîn mîtînga 1’ê Gulanê hat lidarxistin. Mîtîng li Bazara Taxa Rahîme Hatun hat lidarxistin.
 
HATAY
 
Li Îskenderun û Antakya ya Hatayê jî 1’ê Gulanê hat pîrozkirin. Li Îskenderunê girse ji bulvara Tayfur Sokemen heta gara trenê meşiyan. Gireyê di mîtîngê de daxwazên xwe anîn ziman.
 
ANTALYA
 
Li Antalyayê jî girse li ber Parka Aydin Kanza hat gel hev û heta Qada Cumhuriyetê bi pankart û dirûşmeyan meşiyan.