Li Qada Gundogduyê coşa 1’ê Gulanê

ÎZMÎR - 1’ê Gulanê li Îzmîrê bi tevlibûna bi hezaran karker û kedkaran hate pîrozkirin. Di mitîngê de bal kişandin ser têkoşîna li dijî kedxwariyê û daxwaz hatin rêzkirin. 

 
Pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya Îzmîrê ku ji hêla Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê ve hate organîzekirin, li Qada Gundogduyê hat lidarxistin. Partiyên siyasî, sendîka, rêxistinên civaka sivîl û pîşeyî, ji saetên serê sibehê ve li Basmane, Lîman, Cadeya Kibris Şehîtlerî û Qada Cumhuriyê kom bûn û ji 4 baskan ve ber bi Gundogduyê ve dest bi meşê kirin. 
 
Di meşê de pankartên “Ji bo xebateke mirovane, ji bo jiyaneke mirovane bijî 1’ê Gulanê”, “Ji 8’ê Adarê ber bi 1’ê Gulanê ve em bi serhildanan jinan tên. Bijî Yekê Gulanê” û “Ji bo ked, edalet û azadiyê em di 1’ê Gulanê de li qadan e” hatin hilgirtin. Her wiha dovîzên “Jin, jiyan, azadî", "Dawî li şer û tecrîdê bînin”, “Israra di sosyalîzmê de israra di mirovbûnê de ye” û “Bila xizaniya jinan bi dawî bibe” hatin hilgirtin. Di meşê de dirûşmên “Bijî 1’ê Gulanê”, “Her der Taksîm her der berxwedan”, “Gotin, raye, biryar ji xebatkaran re”, “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” û “Serkeftin dê ya kedkarên berxwedêr be” hatin berzkirin. Bi hezaran kes tev li meşê bûn û li ber dahol û zirneyê govend gerandin. Piştî baskên meşê gihiştin qadê, bernameya mitîngê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Parlamenterên CHP’ê û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Şaredarê Bajarê Mezin a Îzmîrê Cemîl Tugay û şaredarên navçeyan jî li qadê bûn. 
 
‘ÎTÎRAZÊN ME MEZIN DIBIN’
 
Di mitîngê de ji ewil metna hevpar a komîteya amadekar hate xwendin. Metn, ji hêla Nûnerê Herêma 3’yemîn a TURK-Îşê Hayrettîn Çakmak ve hate xwendin. Di metnê de hat gotin ku ew li dijî neheqî, derhiqûqtî û bêedaletiyê îtîrazên xwe diqîrin. Bi domdarî hat destnîşankirin ku şert û mercên jiyanê yên kesên debara xwe bi kêmtirîn mûçeyê dikin roj bi roj xerabtir dibin, di bin enflasyonê de dieciqin, bêkariya jinan, karê bêtemînat, tacîz, tundî û mobbîng her ku diçe zêdetir dibe. 
 
‘DÊ TÊKOŞÎN BIDOME’ 
 
Bi domdarî hat gotin ku ji bo kesek dengê xwe ji texrîbatên pergala sermayeyê rê li ber vekirî re dernexîne rejîma zextê tê destekkirin û wiha hate gotin: “Kedxwarî jî nikare sermayeyê têr bike. Talankiarina xwezayê li ber sermayeyê hatiye vekirin, ji ber şeran bi milyonan kes ji cih û warên xwe tên kirin. Li ber çavên me jin û zarok tên qetilkirin û xweza tê tunekirin. Dê têkoşîna me ji bo wekhevî, demokrasî û edaletê bidome.” 
 
Herî dawî jî ev daxwaz hatin rêzkirin: 
 
* Dê têkoşîna me ya ji bo welatekî ked lê nayê xwarin, 
 
* Mafê sendîkayî û azadî lê nayên astengkirin, 
 
* Mafê grevê lê nayê qedexekirin,
 
* Her kes tê de bi temînat, weke kadro dixebite û heqdestekî ku bikare jiyaneke mirovane pê bijî, 
 
* Rejîma KHK û OHAL’a fiîlî lê hatiye bidawîkirin, 
 
* Fatûreya krîzên aborî, şewb, erdhe, karesat li gel û kedkaran nayê birîn, 
 
* Şerên hêzên emperyalîst diafirînin qet lê çênabin, 
 
* Kesek ji ber nasname, bawerî, zayendî û hwd. miameleya hemwelatiyên duyemîn nayên dîtin, aştî û xwişk-biratî lê serdest, 
 
* Tundî, tacîz û destdirêjiya li dijî jinan lê bi dawî bûyî û newekheviya zayenda civakî ji holê hatiye rakirin, 
 
* Îstîsmara zarokan û karkeriya zarokan lê tune, 
 
* Azadiya fikr û xweîfadekirinê weke sûc lê nayê dîtin, 
 
* Ked, wekhevî, azadî, demokrasî, aştî, laîktî lê serdest be dê têkoşîna me bidome.” 
 
Piştî axaftinan mitîng bi konsera koma Mogollarê bi dawî bû. 
 
MANÎSA 
 
Mitînga 1’ê Gulanê ya bajar ji hêla Platforma Ked, Aştî û Demokrasiyê ve hat organîzekirin. Welatî li pêşiya Mizgefta Sultanê ya navçeya Yunusemre hatin gel hhev û heta Qada Cumhuriyetê ya Manîsayê meşiyan. Di meşê de pankartên “Ji bo destpêkeke nû ji bo kedê pêşeroj a me ye” û “Ji 8’ê Adarê ber bi 1’ê Gulanê ve em bi serhildana jinan tên” hatin hilgirtin. Gelek caran jî dirûşmên “Na ji şer re aştî a niha” û “Ev hêj destpêke têkoşîn dê bidome” hatin berzkirin. Bi tevlibûna sedan welatiyan li Qada Cumhuriyetê mitîng hat lidarxistin. Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Manîsayê Mehmet Ramazan li ser navê Komîteya Amadekar a Mitîngê axivî û wiha got: “Şer û pevçûn, santralên nukleerî, siyanur û gazên li xaka me tên belavkirin, xwezaya me tune dikin. Hejmara bêkaran gihişt 10 milyon kesan. Ev pergala xerab pergala me nîne. Em ji vê pergalê re dibêjin êdî bes e. Em dixwazin li welatekî ku kedxwarî lê nayê kirin, her kes bitemînat dixebite, her kes di şertên mirovane de dixebite û her kes wekhev, li welatekî aştî û xwişk-biratî lê serdest bijîn.” 
 
MÛGLA
 
Mitînga li Mûglayê jî ji hêla Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê ve hate organîzekirin. Gelek welatî li Cihê Bazarê yê Akyol a Muglayê kom bûn û ber bi Qada Sosyo Kulturel ve meşiyan. Di meşê de pankartên “Jiyan: bi xak, hewa, av û rojê re. Jiyana mirovane: Bi têkoşîna rêxistinkirî re” û “Em ê jiyaneke azad û wekhev ava bikin” hatin hilgirtin. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Bijî Yekê Gulanê”, “Hezar silav ji Taksîmê re têkoşîn dê bidome” û “Bijî piştevaniya çîniyê” hatin berzkirin. Her wiha ji girtiyên siyasî re silav hatin şandin. 
 
Di mitîngê de li ser navê komîteyê Berdevkê Demê yê KESK’ê Abîdîn Çelîk û nûnera cihê kar a Genel Îş’ê Ferîştah Kaşikçi axivîn. Di metna daxuyaniyê de hat gotin ku karker, kedkar, jin, ciwan û hemû kesên keda wan tê xwarin, yên xizan bûn û bindest xwedî wê hêzê ne ku pergala biguherînin û welatekî ku her kes tê de jiyaneke mirovane dijî ava bikin.