KNK ji bo hevdîtinên dîplomatîk çû DYA'yê

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya KNK’ê di serokatiya Ahmet Karamûs de ji bo hevdîtinan bi rayedaran û rêxistinên civakî yên sivîl li dar bixe çû DYA’yê.
 
Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo hin serdanên dîplomatîk bike çû Washîngtonê. Şandeya bi serokatiya Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs hatiye avakirin, bi endamên Meclîsa Nûneran a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û endamên Senatoyê re hevdîtin kir. Her wiha bi rayedarên Wezareta Karên Derve û 8 saziyên cuda yên thînk-thankê re jî civîn lidar xist.
 
Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs anî ziman ku di civînan de wan pêşniyarên xwe yên li ser rewşa li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê parve kirine.
 
Şande piştî hevdîtinên li Washîngtonê wê derbasî New Yorkê bibe û li wê derê jî danûstandinên xwe dewam bike.
 
Hevserokê KNK’ê Karamûs têkildarî atmosfera hevdîtinên dîplomatîk axivî û diyar kir ku wan hem di hevdîtinên bi endamên Meclîsa nûneran, Kongre, rayedarên Wezareta Karên Derve hem jî di civînên bi saziyên fikrî de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêşniyarên xwe pêşkêş kirin. Karamûs destnîşan kir ku hevdîtin erênî derbas bûn û nêzîkatiya li şandeya KNK’ê erênî bû û wiha got: “Helwesta kurdan gelekî guncaw hate dîtin. Civînên me erênî derbas dibin.”