CPJ’ê ji bo rojnameger Ahmet serî li NY’ê da

img
NAVENDA NÛÇEYAN - CPJ ji bo aqûbeta rojnameger Silêman Ehmed ê ji hêla PDK'ê ve hatiye revandin û ev 190 roj in tu agahî jê nayên girtin hîn bibe, serî li Komîteya Windakiriyan a NY'ê da. 
 
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) û Komîteya Mîna di çarçoveya aqûbeta Rojnamevan Silêman Ehmed were pirsîn de, daxwazek lezgîn pêşkêşî Komîteya Windakiriyan a Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin.
 
Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed roja 1’ê cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û 190 rojin agahî jê nayê girtin.
 
Duh Komîteya Tevna Parastina Rojnamevanan (CPJ) di malpera xwe ya fermî de ragihand ku di 12’ê nîsanê de bi hemahengiya li gel Komîteya Parastina Mafan a Mîna, daxwazek lezgîn pêşkêşî Komîteya Windakiriyan a Neteweyên Yekbûyî kirine û daxwaz kirine ku aqûbeta Rojnameger Silêman Ehmed were eşkerekirin.
 
Hate destnîşankirin ku Rojnameger Ehmed piştî serdana malbata xwe ya li Suriyeyê kir û vegeriya Herêma Kurdistanê hate girtin û ji wê demê de desthilatdaran cih û tometa ku ‘ger hebe’ li ser eşkere nekirine.
 
Hêjayî gotinêye ku tevî bi caran malbat û parêzerên Rojnamevan Silêman Ehmed ji bo hevdîtinê û agahî girtina ji rewşa Silêman Ehmed serlêdan kirine jî, lê PDK rê nade.