Li Alaşehîrê jinek hate qetilkirin

img
MANÎSA - Gozde Yilmaz a li navçeya Alaşehîrê dijiya, ji aliyê zilamê bi navê S.Y. yê pê re dijiya ve hate qetilkirin.
 
Gozde Yilmaz a li navçeya Alaşehîr a Manîsayê dijiya, ji aliyê zilamê bi navê S.Y. ku pê re dijiya ve bi çekê hate qetilkirin. S.Y. yê Yilmaz avête bîra avê, pişt re hewl da întîhar bike. 
 
Li ser îxbara kesên derdorê tîmên cenderme û tenduristiyê hatin sewqkirin. S.Y. yê bi awayekî birîndar hate dîtin piştî mudaxileya ewil a peywîrdarên tenduristiyê bi ambûlansê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Alaşehîrê kir, dû re jî sewqî Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Celal Bayar hate kirin. 
 
Hate diyarkirin ku Yilmaz a ji aliyê tîmên agirkujiyê yên hatin cihê bûyerê ji bîrê hate derxistin, jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Yilmaz rakirin morga nexweşxaneyê, cendermeyê têkildarî bûyerê lêkolîn da destpêkirin.