Bi hezaran kes ji bo meşa ber bi Taksîmê ve li Saraçhaneyê kom bûn

STENBOL - Ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê li Stenbolê bi hezaran kes diherikin qadan. Bi hezaran karker, kedkar û jinên li Saraçhaneyê kom bûn, bi pankart û dirûşman daxwazên xwe vedibêjin. 

Yek ji navnîşanên 1’ê Gulanê Cejna Karkeran jî Stenbol e ku derdorên bindest daxwazên xwe bi dengekî bilind diqîrin. Pîrozbahî dest pê kirin. Jin, ciwan, nûnerên sendîkayan û partiyên siyasî tevî qedexeya walîtiyê û dorpêça polîsan jî ji bo pîrozbahiyê li Qada Taksîmê bi dirûşma “Ji bo debar û aştiyê azadî” ber bi Parka Saraçhaneyê ve dest bi meşê kirin. 
 
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), rêxistinên femînîst û ekolojîst ji saetên serê sibehê ve kortej bi kortej ji rawestgeha Yenîkapi Marmarayê ber bi Parka Saraçhaneyê ve bi girseyî dest bi meşê kirin. 
 
Girseyên li noqteyên cuda kom bûn û ber bi qadê ve dimeşin, dirûşmên “Taksîm nayê girtin”, “Bijî 1’ê Gulanê”, “1’ê Gulanê nayê qedexekirin”, “Taksîm Qada 1’ê Gulanê ye”, “Bijî piştevaniya çînan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Zanîngeh ên me ne, dê bi me re azad bibin” berz dikin. 
 
‘EM JI KOMKUJIYÊN KARKERAN RE DIBÊJIN BES E’ 
 
Di dirûşman de girseyê bal kişand ser komkujiyên karkeran û gotin “Em ji komkujiyên karkeran re dibêjin bes e” berz kirin. Girseyê her wiha pankartên “Bi hêrsa xwe li ber xwe bide, ji bo jiyanê li israr bike”, “Azadî ji bo Filistînê” û “Em ê vê dorpêçê biçirînin û biavêjin” hilgirtin. 
Li qadê dirûşma “Roj dê were dê dewran biguhere AKP dê hesabê bide gel” olan dide û kortejên ji rawestgeha Yenîkapi Marmarayê bi awayekî girseyî ketin qadê. Platforma Şaxan a KESK’ê bi pankarta “Li dijî xizanî, bêtemînatî, kedxwarî û zextan ji bo mezinkirina têkoşînê, piştevaniyê û hêviyê em li qadan e”; DÎSK bi pankarta “Bijî 1’ê Gulanê ked-edalet-azadî”; TMMOB bi pankartên “Zordest namînin û diçin bijî 1’ê Gulanê” û “Tu kes nikare dest bide nesûcdarbûna me, Gezî rûmeta me ye”; Partiya Kedê bi pankarta “Ji bo debar, edalet, aştî û azadiyê bijî 1’ê Gulanê” û Egîtîm Sen jî bi pankarta “Ne bûdçeya kedkaran lê ya terîqetvanan kin bikin” vekirin. 
 
‘SOSYALÎZMA BÊYÎ AZADIYA JINÊ NABE’ 
 
Jin jî bi kortejan dikevin qadê. TJA’yê pankarta “Bi dengê jinên ku keda wan nayê dîtin; Jin jiyan azadî” vekir. Aktîvîstên TJA’yê dovîza “Sosyalîzma bêyî azadiya jinê nabe” hilgirtin. Keda Parastina Jinê bi pankarta “Keda me, bedena me, Taksîm ên me ne ma te got qey ên te ne?”; Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi pankarta “Ji 8’ê ber bi 1’ê Gulanê ve em bi serhildana jinan tên”; Femînîst bi pankarta “Li dijî kapîtalîzma patriyarkal a li kargehê erzan, li malê belaş dide xebitandin, têkoşîna femînîst” û alayên femînîzmê û Pîrevokên Kampûsan jî bi pankarta “Li dijî kedxwariya beden û kedê û xizaniyê li gel pîrevokan têbikoşin” li qadê cihê xwe girtin. 
‘EM Ê BI BERXWEDANÊ BI SER KEVIN’
 
Li qadê û di meşên kortejan de gelek caran dirûşmên “Serketin dê ya kedkarên berxwedêr be”, “Yekitiya karkeran dê sermayeyê têk bibe”, “Em ê serî li ber tarîtiyê netewînin”, “Bijî Yekî Gulanê”, “Jin, jiyan, azadî”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Zanîngeh ên me ne, dê bi me re azad bibin” hatin berzkirin û tililî hatin avêtin. Karker, kedkar û jinan bi dirûşm û axaftinên xwe gotin ku rêya çareseriyê têkoşîn e. 
 
DEM PARTÎ LI SARAÇHANEYÊ YE
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan û Kezban Konukçu, Serokê  Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk, Sekretera Giştî ya Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin Fîdan Ataselîm û şandeya pê re ketin qadê. 
 
Girseya ketî qadê dovîzên weke “Ji karê bêpîvan re na” û “Em kole nînin” hilgirtin û peyamên xwe dan. 
 
Ciwanên li Parkê hatin gel hev jî dirûşmên "Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan", "Hezar silav ji Îmraliyê re" û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.