Unsal: Hem qedera AKP hem jî ya CHP’ê girêdayî pirsgirêka kurd e

img
STENBOL - Siyasetmedar Ahmet Faruk Unsal diyar kir ku qedera AKP û CHP’ê girêdayî gavên wan ên têkildarî pirsgirêka kurd û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha got: “Heke AKP pêşiya Îmraliyê veke dê ev yek ji bo Tirkiyeyê baş be. Divê CHP ji bo di vê mijarê de înîsiyatîfê li xwe bigire zorê îktîdarê bide zorê.” 
 
Encamên hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê hêj tên nîqaşkirin. Ji sala 2002’yan heta niha cara ewil e AKP bû partiya duyemîn û CHP jî bû ya yekemîn. Tevî her cureyên zextan jî DEM Partî bû yek ji partiyên serkeftî. Tê payîn ku îktîdar û muxalefeta sereke di pêvajoya pêş de têkildarî pirsgirêka kurd, krîza aborî û hwd. nexşerêya xwe diyar bikin. 
 
Siyasetmedar Ahmet Faruk Unsal ku demekê di nava AKP’ê de siyaset dikir û yek ji damezirînerên Partiya DEVA’yê ye, têkildarî encamên hilbijartinê û rewşa heyî axivî. 
 
'PIŞTGIRIYA BI ÎSRAÎLÊ ŞIKESTINEK ÇÊKIR’
 
Unsal, diyar kir ku hilbijartinê li rexê AKP-MHP’ê rê li ber şikestineke mezin vekir û wiha got: “Pozîsyona wan a li hemberî şerê Îsraîl-Hamasê kir ku AKP bibe partiya duyemîn. Derket holê ku hesin, pola, parçeyên çekan, kîmyewî, mazota jetan û hwd. ji Tirkiyeyê diçin Îsraîlê. AKP’ê ev yek red kir lê piştre neçar ma ku qebûl bike. Vê yekê di nava gel de şikestineke mezin çêkir. Hinek ji van neçûn ser sindoqê û yên din jî berê xwe dan YRP’ê. Xeletiya herî mezin a AKP’ê ew bû ku di mijara Xezeyê de bazirganiya bi Îsraîlê re qut nekir.” 
 
KRÎZA ABORÎ Û HIQÛQÎ
 
Bi domdarî Unsal got ku krîzên aborî û hiqûqî jî bandor li hilbijartinan kiriye û ev tişt anî ziman: “Komara Tirkiyeyê aloziya herî mezin a di dîroka xwe de dijî. AKP’ê nekarî mijara enflasyonê çareser bike û vê jî şikestinek çêkir. Ji ber ku ji qesrê heta kadroyên rêveber, parlamenter û teşkîlatên bajar û navçeyan, îsrafeke pir mezin tê kirin. Vê jî şikestinek çêkir. Ya din jî mijara bêhiqûqtiyê ye. Zarokên kesên nasbûna wan bi kadroyên AKP’ê re heye yekser dikevin kar lê zarokên gel hema hema qet nikarin kar peyda bikin.” 
 
POLÎTÎKAYÊN ŞER
 
Di berdewamê de Unsal destnîşan kir ku yek ji sedema têkçûna AKP’ê jî israra wê ya di polîtîkayên şerê li dijî kurdan de ye û ev nirxandin kir: “Beşeke mezin a hilbijêrên AKP’ê êdî tercîhên aqilane dike. Ji bo demokrasiya Tirkiyeyê ev tiştekî baş e. Lê AKP’ê ev girseye winda kir.” 
 
'YA KU DIVÊ BIGUHERE ERDOGAN E’
 
Siyasetmedar Unsal bi lêv kir ku tevî her tiştekî jî di AKP’ê de hêj tu guhertin çênebûne û wiha pê de çû: “Ji ewil divê bê zanîn ku AKP partiya yekzilamî ye. Yek kes biryara her tiştekî dide. Lewma heke bendaweriyek ji bo guhertina AKP’ê hebe, divê ji ewil Erdogan biguhere. Li inyetekî wî ya bi vî rengî nîne. Dê makyaja tê kirin jî rê li ber dawiya AKP’ê negire. Yan divê tavilê hilbijartina pêşwext were kirin an jî derbasî qonaxeke nerm bibin.” 
 
Unsal, bal kişand ser serdanên Erdogan ên li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê û wiha derbirî: “Di serdanê de ‘Projeya Pêşxistinê’ kete rojevê. Hem dê bibî partiya duyemîn hem jî dê karên wisa bikî ku li derveyî sînoran bandorê bike. Ji bo vê divê tu dîsa baweriya gel teqez bikî. Li gorî min Erdogan êdî nikare ji vê saetê û şûnde Tirkiyeyê birêve bibe.” 
 
ÇI BERPIRSYARTÎ DIKEVE SER MILÊ CHP’Ê?
 
Unsal, daxuyand ku yekemînbûna CHP’ê ji bo serdema nû berpirsyartiyan lê bar dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dê bi demê re zelal bibe bê ka dê CHP di mijara pirsgirêka kurd de çi bike. Lê mudaxileya wan a piştî hilbijartinan li Wanê kirî pir biqîmet bû. Lê dê di mijara polîtîkayên şer de çi bikin ev mijar pir girîng e. Gelo dê di mijarên Sûriye, Rojava de çi bike? Gelo dê mudaxileyî liv û tevgera TSK’ê ya li başûrê Kurdistanê bike? Ev berpirsyartiyeke pir mezin e ku hilbijêran li CHP’ê bar kiriye. Divê CHP êdî di gotinên xwe de tevahiya welat hembêz bike. Divê di mijarên Sûriye, Iraq û operasyonên li dijî Kurdistanê de zimanekî berfireh bi kar bîne. Nexwe dê bibe dubareya îktîdara heyî.” 
 
SERKEFTINA DEM PARTIYÊ
 
Têkildarî serkeftina DEM Partiyê ya di hilbijartinan de jî Unsal wiha got: “Gelê li Kurdistanê dijî bêyî dudil bimîne piştgirî da biryarên polîtîk û tercîhên partiya xwe. DEM Partiyê li Kurdistanê encamekî pir serkeftî bi dest xist. Li deverên weke Şirnex, Qers û Bedlîsê îradeyeke mezin a garnîzonê derket holê. Ji ber bi rêya veguhestina leşker û polîsan qeyûm li îradeya gel tayîn kirin. Lê her kes dizane ku li wan her sê bajaran ne îradeya gel, tercîha garnîzonê derket holê. Heke gel xwedî li îradeya xwe derkeve, dê îktîdar êdî bi baldartir nêzî vê mijarê bibe. Jixwe li Mêrdîn û Amedê hewl da xwe biceribîne.” 
 
PIRSGIRÊKA KURD Û ÎMRALI
 
Unsal, anî ziman ku hem qedera AKP’ê hem jî ya CHP’ê girêdayî gavên wan ên di mijara pirsgirêka kurd de û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de diavêjin ve girêdayî ye. Unsal, axaftina xwe wiha qedand: “Ne tenê CHP, di esasê xwe de qedera siyasî ya AKP’ê jî hinek girêdayî gavên di mijara kurd de diavêje ve eleqedar e. Heke AKP lez bike û derfetên ku Îmrali zêdetir mudaxileyî pêvajoyê bike biafirîne, ev yek dê ji bo Tirkiyeyê baştir be. Bêguman divê CHP jî di vê mijarê de zorê bide îktîdarê ku înîsiyatîfê li xwe bigire. Heke îktîdar înîsiyatîfeke wiha li xwe bigire, divê vê rewşê rexne neke lê bêhtir teşwîq bike. Ji ber ku niha partiya yekemîn e. Lewma jî di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de xwedî raye û maf e.” 
 
MA / Îbrahîm Irmak