Xwişka Aktaş ku berdana wî hat taloqkirin: Hêviya dayika min dizîn

img
AMED - Sabîha Aslan, xwişka Veysî Aktaş ê li Îmraliyê ku berdana wî salekê hat taloqkirin, got: "Dayika min digot, '30 salên wî qediya wê were.' Lê vê hêviya dêya min jî dizîn." 
 
Ji 25'ê Adara 2021'ê vir ve ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de ne, tu agahî nayê girtin. Bi hinceta "cezayên dîsîplînê" hevdîtinên malbatê û parêzeran tên astengkirin. Li gel vê hat ragihandin ku berdana girtî Veysî Aktaş salekê hatiye taloqkirin. Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyand ku teblîxat ji wan r ehatiye ku berdana Veysî Aktaş ku diviyabû di 28'ê Nîsanê de bihata berdan, salekê hatiye taloqkirin. 
 
'HÊVIYA DÊYA MIN DIZÎN'
 
Xwişka Aktaş Sabîha Aslanê bertek nîşanî vê rewşê da. Aslanê diyar kir ku ev biryar ew matmayî nekirine û got ku ew bi dewleteke ku "hiqûq, edalet û wijdanê nas nake" re rû bi rû ne. Aslanê bilêv kir ku 8 sal in nikarin birayê xwe Aktaş bibînin û got: "Em bi şev û roj meraqa wan dikin. Erdhej, nexweşî, karesat çêbû... Lê me agahî negirt." Aslanê bertek nîşanî biryarê da û wiha got: "Dayika min kesekî dilsoz e, hêviyek wê hebû. Dayika min bi hêviya '30 sal qediya, wê were' li benda birayyê min bû. Lê wan hêviya dêya min jî dizî." 
 
Aslanê bang li saziyên sivîl û partiyên siyasî kir ku li dijî tecrîda li Îmraliyê hestyar bin û got: "Divê demildest tecrîd rabe." Aslanê diyar kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û wiha got: "Tiştekî ku tecrîdê tarîf bike tune ye. Zarokên me di tecrîdê de ne. Ne tenê birayê min, girtiyên li girtîgehên din jî di bin tecrîdê de ne. Lê bi taybetî jî li Îmraliyê tecrîdeke pir giran heye. Têkiliya wan bi çivîkekê re jî tune ye. Divê rayedar bi taybetî jî Wezareta Dadê erka xwe bi cih bîne. 4-5 sal in kujer, tecawizkar tên berdan, lê kesên ji ber fikirên xwe 30 sal in girtî ne nayên berdan." 
 
MA / Mujdat Can