Qeyûm li Dêrikê deriyek bi 4 milyonan çêkiriye!

img
MÊRDÎN - Hat diyarkirin ku qeyûmê Şaredariya Dêrikê ku çavkaniyên şaredariyê ji bo saziyên cemaweriyê xerc kiriye, deriyê têketinê bi 4 milyon û 182 hezar TL'yan çêkiriye.
 
Deynên ku qeyûman kirine balê dikişînin. Ji şaredariyên ku deynên wan balê dikişînin yek jê jî Şaredariya Dêrik a Mêrdînê ye. Qeyûm Evren Çakir ji xeynî gelek mal û milkan kargehên aîdî şaredariyê jî firotine. 
 
 
Hevşaredar Cengîz Temellî û Songul Ozbahçecî bi komîsyona ku ava kirine, tiştên di dema qeyûm de hatine kirin tespît dikin. 
 
Bi lêkolînan re derket holê ku qeyûm karê lênihêrîn û tamîra 20 saziyên cemaweriyê hilgirtiye ser xwe û ji bo vê jî 850 hezar TL xerc kiriye. 
 
Her wiha di sala 2018'an de bazara heywanan bi 946 hezar TL'yî hatiye çêkirin, lê niha nayê bikaranîn. 
 
Li Dêrikê ji xercaneyên qeyûm yên balê dikişînin yek jê jî, mesrefê ji bo deriyê têketine navçeyê ye. Qeyûm, ji bo deriyê li têketina navçeyê yê nivîsa "Hûn bi xêr hatin warê zeytûnan Dêrikê" li ser 4 milyon û 182 TL hatiye xerckirin. 
 
MA / Ahmet Kanbal