Ji bo kurê xwe bang li parlamenter û parazvanên mafan kir

AMED - Huseyîn Çelîk, bavê Tûrgût Çelîk ê li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê girtî, bal kişand ser pêkanînên li girtîgehê û bang li parlamenter û parazvanên mafên mirovan kir.

Tûrgût Çelîkê (29) ku di sala 2019’an de li Amedê hat girtin û bi îdiayên “Xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê”, “hewldana kuştinê" û "bêdestûr peydakirina madeyên talûke", "bikaranîna nasnameya kesekî din" û "muxalefetiya li hemberî qanûna 6136an" cezayê muebedê û 45 sal lê hat birîn, sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa S a Îdirê hat kirin.
 
Hat diyarkirin ku Çelîk di Kanûna 2023’yan de ji Amedê hatiye sewqkirin û ewilî di hucreya yekkesî de hatiye girtin û paşê ew xistine odeya bisînger. 
 
Bav Huseyîn Çelîk ji bo kurê xwe banga hestiyariyê li raya giştî kir. 
 
ÎŞKENCE
 
Çelîk anî ziman ku çawa kurê wî xistine hucreyê binpêkirinên mafan dest pê kirine û paşê 4 hefteyan cezayê qedexekirina hevdîtina bi telefonê lê birîne û ew xistine odeya yekkesî. Çelîk anî ziman ku kurê wî ji ber cezayê dîsîplînê yê 11 rojan xistine odeya bisînger û wiha got: “Her wiha piştî hevdîtinê rastî pêkanînên rûmetşikên hatiye. Pêlav û gorên wî jî tê de her tiştî jê dikin û lêdixin. Çêr û heqaret lê kirine. Ev li dijî mirovahiyê ne." 
 
Bav Çelîk destnîşan kir ku ew vê zilmê qebûl nakin û banga hestiyariyê li parlamenteran û parazvanên mafên mirovan kir.