ROJEVA 1’Ê GULANA 2024’AN

img
 
* Huseyîn Çelîk, bavê Tûrgût Çelîk ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa S a Îdirê girtî, bal kişand ser pêkanînên li girtîgehê û bang li parlamenter û parêzvanên mafên mirovan kir.
 
* Hat diyarkirin ku qeyûmê Şaredariya Dêrikê ku çavkaniyên şaredariyê ji bo saziyên cemaweriyê xerc kiriye, deriyê têketinê bi 4 milyon û 182 hezar TL'yan çêkiriye.
 
* Sabîha Aslan, xwişka Veysî Aktaş ê li Îmraliyê ku berdana wî salekê hat taloqkirin, got: "Dayika min digot, '30 salên wî qediya wê were.' Lê vê hêviya dêya min jî dizîn." 
 
* Bihayê şitlên fêkiyan li gor par ji sedî 50'î biha bûn. Şitilfiroşan gotin ku ji ber bihabûnê firotina daran jî kêm bûye. 
 
* Endamê Komîsyona Kedê ya OHD'ê Serkan Kiliç anî ziman ku di şewata kulûba şevê ya 29 karkeran jiyana xwe ji dest dabû de, divê berpirs bi sûcê "kuştina bi qestî" bên darizandin. 
 
* Ahmet Faruk Unsal diyar kir ku qedera AKP û CHP’ê girêdayî gavên têkildarî mijarên pirsgirêka kurd û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha got: “Heke AKP pêşiya Îmraliyê veke dê ev yek ji bo Tirkiyeyê baş be. Divê CHP ji bo di vê mijarê de înîsiyatîfê li xwe bigire zorê îktîdarê bide zorê.” 
 
* Li gelek navendên ku Stenbol, Êlih, Dêrsim, Wan, Îzmîr, Enqere, Dîlok, Edene û Mêrsîn di nav de dê mitîngên 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bên lidarxistin. (10.00-16.00) ZINDΠ
 
* Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a Enqereyê dê bidome. (15.00 - 17.00)