Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji Wezareta Dadê pirsî: Eşkere bikin herî dawî kengî hevdîtin hatiye kirin

  • rojane
  • 19:25 30 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji Wezareta Dadê re ku got Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan sûdê ji mafên xwe digir, wiha got: "Eşkere bikin, herî dawî kengî hevdîtin hatiye kirin." 
 
Parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtinên malbatê û parêzeran pêk bên di 7'ê Kanûna 2023'an de serî li Serokatiya Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê dabûn. Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan bersia serlêdanê da û îdia kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 38 meh in tu agahî jê nayên girtin sûdê ji mafên xwe digire.
 
Buroya Hiqûqê ya Asrinê jî li ser medyaya sanal ji bo bersiva wezaretê wiha got: "Em bang li Wezareta Dadê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan dikin ku eşkere bikin herî dawî kengî li Îmraliyê hevdîtina malbatê û parêzeran çêbûyeve."