Rojnamevanên hatin berdan: Em ê tim li dû rastiyê bin

  • rojane
  • 18:19 26 Nîsan 2024
  • |
img
STENBOL - Rojnamevanên li ber Edliyeya Çaglayanê bi dirûşmeya "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin" hatin pêşwazîkirin, gotin ku ew ê paş de gav neavêjin. 
 
Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn û xebatkarên Çapemeniya Azad Salîha Aras, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş û Erdogan Alayûmat û nûçegihanê MA'yê yê berê Dogan Kaynak di 23'yê Nîsanê de di çarçoveya lêpirsîneke bi navenda xwe Stenbol de hatibûn binçavkirin. 
 
Rojnamevanên li Stenbolê hatin binçavkirin Enes Sezgîn, Salîha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci û Şîrîn Ermîş bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.
 
Hevberdevka Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi dirûşmeya "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin" rojnamevanan li ber Edliyeya Çaglayanê pêşwazî kirin.
 
Ji rojnamevanên hatin berdan Salîha Arasê bibîr xist ku ew di Roja Rojnamevaniya Kurd de hatine binçavkirin û got ku ew ê tim li dû rastiyê bin û paş de gav neavêjin.