Li Cizîrê 19 kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 14:24 26 Nîsan 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Li Cizîrê 19 kesên ku di nav de zarok jî hene, hatin binçavkirin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê daye destpêkirin de, polîsan bi ser gelek malan de girtin û 19 kesên ku di nava wan de zarok jî hene, bi hinceta “propagandaya rêxistinê” binçav kirin. Tê payîn ku dê hejmara binçavkiriyan zêdetir be. 
 
Navên binçavkiriyên ku navên hatine hînbûn wiha ne: “Ûgûr Eksen, Yûsûf Geren, Hasan Geren, Hayrettîn Tûran, Kadîr Sarak, Nîmet Sarak, Ayhan Şavur, Hasan Mûngan, Ramazan Ûlman, Yûsûf Dal, Azat Boluş.”