Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn

  • rojane
  • 11:15 26 Nîsan 2024
  • |
img
STENBOL - Ji rojnamegerên di bin çavan de nûçeyên di dîrokên cuda çêkirin û hevdîtinên bi çavkaniyên nûçeyan re kirin hatin pirsîn. 
 
Di serdegirtinên malan ên di 23’yê nîsanê de li Stenbolê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn, kedkarên Çapemeniya Azad Saliha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş û rojnameger Erdogan Alayûmat, li Enqereyê nûçegihanê MA’yê Mehmet Aslan û li Rihayê jî nûçegihanê MA’yê yê berê Dogan Kaynak hatin binçavkirin.
 
Karûbarê îfadegirtinê yê rojnamegeran a li emniyetê temam bû. Rojnameger îro sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji rojnamegearn nûçeyên di dîrokên cuda de çêkirin, hevdîtinên bi çavkaniyên nûçeyan re û parvekirinên li ser medyaya dijîtal hatin pirsîn. 
 
TECRÎD Û CÎNAYETÊN JINAN HATIN PIRSÎN 
 
Ji nûçegihan Esra Solîn Dal nûçeyên wê yên têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bikaranîna çekên kîmyewî hate pirsîn. Her wiha hevpeyvînên bi parêzerên Abdullah Ocalan re, hevpeyvînên têkildarî tecrîdê, hevpeyvînên bi şandeyên biyanî yên hatin Tirkiyeyê û yên bi rêxistinên maf û hiqûqê ji Dal hatin pirsîn. 
 
Di heman demê de nûçeyên têkildarî rêxistinên jinan, tundî û cînayetên li dijî jinan jî weke sûc hatin hesibandin. Di heman demê de hevdîtinên Dal ên li ser telefonê bi çavkaniyên nûçeyan re kirin jî hatin pirsîn. Hat îdiakirin ku Dal bi van nûçe û hevdîtinan hewl daye “binhişekî ava bike, peyamê ji girseyê re bişîne û banga çalakiyên girseyî kiriye.” 
 
Dal, mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anî û got ku dê li dozgeriyê îfadeyê bide. 
 
NÛÇEYÊN DOZÊN TÊKILDARÎ HEMPÎŞEYÊN WÊ DE DI DOSYAYÊ DE NE 
 
Ji nûçegihanê MA’yê Mehmet Aslan ku li Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê tê ragirtin jî heman tawanbarî hatin kirin. Nûçeyên Aslan çêkirin, hevdîtinên li ser telefonê û parvekirinên li ser medyaya dijîtal ji Aslan hatin pirsîn. 
 
Her wiha nûçeyên Aslan ên têkildarî tecrîdê li ser MA’yê hatin parvekirin jî weke sûc hatin hesibandin. Nûçeya têkildarî bersiva Wezareta Dadê ya derheqê tecrîdê de dabû DMME’yê û çendek nûçeyên din ên têkildarî tecrîdê bi siyasetmedar û hiqûqnasan re hatine kirin hatin pirsîn. 
 
Her wiha nûçeyên Aslan derheqê hempîşeyên xwe de çêkirî jî hatin pirsîn. Li hêla din parvekirinên li ser medyaya dijîtal jî ji Aslan hatin pirsîn.
 
NÛÇEYÊN NOBETA EDALETÊ
 
Ji rojnameger Dogan Kaynak jî nûçeyên têkildarî Nobeta Edaletê ya di sala 2022’yan de li Stenbolê hatin lidarxistin hat pirsîn. Ji Kaynak pirsa “Te li ser fermana kê ev nûçeye çêkir?” hate kirin.